Ziman, perwerde û statu

samitanÎro roja zimanê dayikê ye. Ev çend sal in, kurd di vê rojê de dadikevin qadan û doza mafên xwe dikin. Ew dixwazin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ji ber ku heke zimanek di vê heyamê de nebe zimanê perwerdeyê, nikare hebûna xwe biparêze, bi zimanên din re pêşbaziyê bike.  Bo vê jî divê kurd bibin xwedî statu, heke kurd nebin xwedî statu û zimanê wan jî li ser xaka xwe ya qedîm nebe zimanekî suriştî yê jiyanê, kurd jî kurdî jî nikarin hebûna xwe parêzin.

Her wekî çawa qadên desthilatiyê yên gelan hene,  di roja me ya îroyîn de mixabin êdî qadên desthilatiyê yên zimanan jî hene. Berê zimanek li ser xaka xwe ya suriştî di hemû qadên jiyanê de dihate bikaranîn.  Komên civakî bi zimanekî mezin dibûn, ew ziman wekî navgîna ragihandin û danûstandinê li seranserî jîngeha wan dihate bikaranîn. Hin caran komên nêzî hev ji bo danûstandinê hînî zimanê hev dibûn û vê yekê jî rê li ber pirzimaniyekê suriştî vedikir.

Lê belê şer û lêkdanên ji bo desthilatiyê dawî li vê rewşa suriştî ya zimanan anî. Hêzên dagirker ên ku ji derve hatin ji bo ku mirovan dîl bigirin û bi temamî bixin bin desthilatiya xwe serê pêşîn dest avêtin çand û zimanê mirovên xwecihî. Dagirkeran zimanê xwe li ser wan ferz kir û zimanên gelan jî qedexe kirin. Belkî dagirkeran nekarî ji binî ve çand û zimanên gelan ji holê rakin, lê wan karî xesarê bidin çand û zimanên gelan.

Piştî pêkhatina netewe-dewletan, hêzên desthilatdar ên van dewletan ji bo ku neteweyeke yekreng pêk bînin giranî da ser pêkanîn û berbelavkirina “zimanê neteweyî” û pişaftina zimanên “xwecihî”. Ev çemk û têgihaştin ji bo gelên bindest û zimanê wan bû sedema karesateke mezin.  Erd û erdimên ku bi dehan ziman li ser dijiyan, wekî baxçeyekî ku hemû dar û berên li serê hişk bibin bûn qadên desthilatiya yek zimanî.

Îro êdî her çi qas hewldanên ji bo parastina zimanan di asta cîhanî de hebin, bi hezaran ziman ji holê rabûne, gelek ji zimanên xwecihî yên ku ji derfeta parastina serweriya xwe ya li ser jîngeha xwe ya suriştî ji dest dane li ber sekeratê ne. Li  gorî pêşbîniyan dê heta 50 salî nîvek ji 6500-7000 zimanên heyî bikevin nav zimanên mirî.

Me got, ji bo ku zimanek hebûna xwe biparêze û bi pêş bikeve divê bibe zimanê perwerdeyê, her wiha gelê ku bi vî zimanî dipeyive jî,  divê bibe xwediyê statuyeke fermî ya diyarkirî. Rastiyeke din jî heye ku ji bo perwerdeyeke demokratîk û pêşketî divê perwerde ji hêla rêveberiyên xwecihî ve bi zimanê(n) resen û suriştî yê wê êrdimê, li gorî pêdiviyên civakê were dayîn. Lê li gorî UNESCO hê jî li ser rûyê cîhanê ji sedî 40’ê zarokan ji mafê perwerdeya bi zimanekî ku jê fehm dikin û dikarin bê bipeyivin bêpar in. Ev polîtîkaya ku ziman wekî navgîneke pêkanîna desthilatiyê dibîne û zimanan jî wekî hevrikên hev dibîne, li ber yeksanî û wekhevî, aştî û aramiya cîhanî asteng e.

Mixabin li Tirkiyeyê jî di serî  kurdî ku zimanê dayikê yê bi milyonan mirovî ye, bi dehan ziman hatine qedexekirin, îro jî derfet nayê dayîn ku ew bibin zimanê perwerdeyê, lewma jî gelek ji van zimanan li ber mirinê ne. Îro têkoşîna kurdan ji bo xwerêvebirinê li dijî  vê rewşê ye. Kurd dixwazin êdî bibin xwedî statu û li gorî vê statuyê zimanê wan jî bibe zimanê perwerdeyê, êdî li ser xaka xwe di hemû qadan de were bikaranîn.

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

Destpêk Nivîs Samî Tan Ziman, perwerde û statu