Lawikê fille

Qefle li jêra Gundê Çilkaniyê sekinî. Li cîhê sekinîn aveke tenikê zelal diherikî. Pêşiyê siwarî çûn ser avê. Gewriyên xwe yên ji germa havînê ziwa bûbûn, bi wê ava hênik şil kirin. Serçavên xwe ji toz û dûmana ku li wan danîbû û tevan bi hev re xistibû nav rengekî spîçolkî xelas kirin. Paşê hespên xwe av dan, firîna bêvilên hespan bi ser qeflê xistin. Piştî ku hespên xwe girêdan, ji bo herin ser avê desdûr dan qefleyê û çûn li ber siya dareke gûzê rûniştin

Qefle ji hal de ketibû: Ji birçîna bi zorê dimeşiyan. Çavên wan kûr daketibûn, tasek av diket kortikên çavên wan. Dest û rûyên wan li ber tava havînê qemirî bûn, qermîçekên kûr li ser eniyên wan bi cîh bûbûn. Dora devên wan tevde bûbûn birîn, mêş li dora grêza wan diçûn û dihatin. Dest û ling terikî bûn, qelîşekên mezin di paniyên wan de vebibûn. Solên di lingên wan de peritî bûn. Xwîn, ji lingên hinekan bi ser axa germ de diherikî. Bi zorê xwe gîhandin avê, pirranî wek dewaran quruçî ser avê bûn, kezeba xwe hênik kirin. Dayikan bi kulman av didan zarokên xwe. Yên hinek li ser xwe mabûn, av diavêtin serçavên kal û pîrên xwe. Ji bo nexweş hinek xwe hênik bikin û rehet bibin, destmalên ji tava havînê reng dabûn şil dikirin û didan destên wan.

Du hefteyên wan e ku ew bi rê de ne, ji jor de dihatin zozanî bûn. Ji germê hez nedikirin û ketibûn nav germa berriyê. Sultan Şêxmûza Mêrdînê derbas kiribûn û li ser avên Çilkaniyê bîhn vedidan. Qewlê wan ew bû ku eger sax bimana wê li Dêrika Çiyayê Mazî, ew tevlî qefleyê mezin bikirana. Jê pê ve berrî bû, germ û germistan bû, ji ezman agir dibariya.

Gundiyên ku yeko yeko ji malê xwe derketibûn û li ser bênderên ber malan li hev civiyabûn, dabûn dû axa û melleyên xwe ber bi qefleyê ve dimeşiyan. Hatin li qefleya filleyan nêzikî kirin, li bin siyên daran li ser tûtikan rûniştin û wek nêçîrvanên li benda nêçîra xwe bin çavên xwe kutan nav qefleyê û bi wî awayî li wan temaşe kirin.

Qefle bi pirranî ji kal û pîran, pîrek û zarokan pêk dihat. Xort û zilamên li ser xwe di nav wan de xuya nedikirin, yan reviyabûn yan jî hatibûn kuştin. Kesên di qefleyê de, bi korkanî li dû qedera xwe dimeşiyan, nizanibûn bi ku ve diçûn û wê çi bihata serê wan. Jimara kesên di qefleya wan de her diçû kêm dibû. Gelek kes miribûn; hinek ji wan hatibûn kuştin, hinek ji nexweşiyê ketibûn, hinek keç û bûkan xwe ji zinaran avêtibûn.

Piştî ku çav li gundiyan ketin qûnên xwe hinek din kutan ser hev, bi tirs, bi çavên lava li wan nerîn. Zarokan xwe bi hemêzên dayikên xwe ve jidandin û deng ji xwe birrîn. Tirs û xofa Musulmanan ketibû zikê wan. Wek di nav lehiyeke har û dîn de bin, her carê hinek bi ber diketin. Pirr caran çend gav ji wan bi dûr dixistin û wek ku îbadeta xwe bi cîh bînin bi dar û keviran li ber çavên ên din bi awayekî hovane ew dikuştin, qêmîşê gulleyên xwe nedikirin.

Axa pêşwazî li leşkeran kir û emir da gundiyekî ku ji bo wan pezekê ser jê bike. Paşê du leşker li wir hîştin û axa û leşkerên din bi hev re kişiyan gund û çûn mala axa. Herdu leşkerên nobedar jî temîniya qefleyê li gundiyan kirin û li bin siya dara gûzê ketin xewê. Gundî her diçû hinek din nêzî qefleyê dibûn, tirsa dilê filleyan jî her diçû zedetir dibû.

Zêdan jî wek gundiyên din li dora qefleyê diçû û dihat. Kumekî spî dabû serê xwe, ji şalwar û çefiya wî ya nû xuya bû ku hal û wextê wî ne xerab e. Emrê wî li dora çil, çil û pêncan bû. Kurrikekî heft-heşt salî bala wî kişandibû, Zêdan zîq lê dinerî. Xofa gundiyan ketibû ser lawik, wî jî bi tirs li wan dinerî, bin çengê dayika xwe ji xwe re kiribû star û li kêleka wê rûniştibû. Zêdan nêzikî li dê û kurrik kir û bi dengekî nerm û dilovan ji dê re got:

- «Ez dixwazim kurrê te bibim ji xwe re bikim kurr. Mal û mulkê min pirr e, ez ê baş lê binerim, bila çavê te li paş nemîne û dilê te frîqet be.»

Dêya lawik çavên xwe kutabûn çavên Zêdan, di wan de li hêviyan digeriya, dixwest rastiya gotinên wî bipîve, lê ji bo pîvanê mêzinek tunebû. Dudilî bû, ji hêlekî ve dixwest pê bawer be û kurrê wê xelas bibe, li hêla din jî mirin û axa sar hebû. Di bin bîreke kûr û tarî de bûn ji bo rizgariyê şewqeke biçûk jî nexuyabû. Bêçare bû. Lawik bi Kurdî nizanibû, lê hîs kiribû, hinekî din xwe bi dayika xwe ve zeliqandibû. Dayika bêçare zêde nefikirî bi destê lawê xwe girt û dirêjî Zêdan kir û bi zimanê xwe çend peyv ji lawê xwe re gotin:

- «Here kurrê min, apê te merivekî baş e wê te bibe mala xwe, netirse.»

Xatirxwestin ji bîr kiribûn, lê dîsa jî berî çûna lawik herdu çavên wî ramûsan û destê xwe li pişta wî xist. Zêdan bi destê lawik girt û hêdî hêdî ber bi gund ve meşiyan. Piştî ku ji qefleyê bi dûr ketin û dê fam kir ku wê kurrê xwe hew bibîne, hêsir ji çavan wek baranê hatin xwarê. Carina hêvî dikir û aş dibû, carina jî kevir lê dibariyan û star tunebû ku pê de bireviya. Ji bo tiştek neyê serê kurrê wê ji Isa û dayika wî Meyrem re bi dizî û bêdeng dua kirin û çavên xwe ji rêya ku kurrê wê tê de wenda bûbû nedida alî.

Piştre taqeta wê şikiya, serê wê ket ber wê. Duayên ku nedigihîştin ser lêvan û nedibûn deng dubare dikir û dadiqurtandin. Lawê wê wek çivîkekî ku li ser şaxa darê cîh diguhere û bi kêf û henek dileyize li ber çavên wê diçû û dihat. Dilê wê germ bû, çû zarokatiya xwe, gihîşt dê û bavê xwe, xwuşk û birayên xwe, mala lê mezin bûbû, darên fêkiyan û hemêzkirina dawîn ya delalîkê dilê xwe, «kî dizane aniha li ku ye, qene sax bûna, xwezî wê çaxê min jî tifingek bigirta û pê re biçûma.» Paşê zarokên wê yeko yeko di nav dil û çavên wê de çûn û hatin. Zimanê ku bêdengî ji xwe re kiribû hêvî, bûbû şirîkê dil û bi yek dengî digotin:

- «Her yek bûn kindirek û ketin stûyê min, hema evya bifilitiya.»

Zêdan bi destê lawikê fille girtibû, bi kêf ber bi malê ve diçû. Gupegupa dil, sînga wî dihejand. Kelecana wî li ser girên Qerejdaxê bi dîlanê ketibû. Her diçû gav li xwe dijidandin û dixwest demeke berê mizgîniyê bide dotmama xwe. Bi rê de, bi xwe re dipeyivî:

- «Ev bîst sal in ku ez li benda kurrekî bûm, vaye Xwedê da min, dotmam ji kêfan re nexeriqe baş e.»

Zêdan ji dotmama xwe hez kiribû û ji bîst salî zêdetir e ku pê re zewicî bû. Heft keçên wî hebûn lê nebûbû bavê kurrekî. Ji bo ji nû ve bizewice, malbatê pirr zor dabûyê, lê wî qêmîşî dotmama xwe nekiribû. Bi xeyala kurrekî dijiya û aniha bi destê wî girtibû ber bi malê ve diçû.

Meleyê gund jî wek gundiyên din carna li dora qefleyê bi zexelî diçû û dihat, carna jî xwe li bin siya darekî dida erdê û bi awirên xwe yên tûj ew didan ber xenceran. Ew wêrekî di xwe de nedidît ku bi çepilên çend heba bigre hinekî ji qefleyê bi dûr bixe û miradê dilê xwe bi cîh bîne. Mele dîtibû ku Zêdan bi destê lawikê fille girtiye û ji qefleyê dûr dikeve. Wek nêçîrvanekî ku bide dû nêçîra xwe, xwe ji gundiyan dizî û bi awayekî bêdeng bi dû Zêdan û lawik ket.

Zêdan nêzikî li mal kiribû, ji kêfa lawik re nîv serxweşî bûbû, dinya xera bibûna pê nedihesiya. Ew ketibû xeyal û tatêla dema dotmama wî çav li lawik bikeve û jê re bibêje:

- « Ev kî ye?»

Mele jî nêzikî li wan kiribû, çav li serî sor bûbûn, ji vê dinyê çûbû dinyayeke din. Hiş ji serî çûbû, wek yekî din ketibe nav mejiyê wî û ew jî bibe emirber bêhemdî tevdigeriya. Êdî çend gav li dû wan bû, nêçîr di nav destên wî de bû. Xwar bû, ji erdê kevirekî mezin xist nav lepên xwe û ji paşde li nav serê lawikê fille xist. Lawik di nav xwînê de gevizî, beqa nekir, di cîh de can da.

Heta Zêdan li xwe hay bû, lawik ji dest çûbû. Di cîhê xwe de sar bû, wek beroşeke ava kelandî bi ser dekin di nav xwêdanê de mabû. Ne li benda tiştekî wisa bû, matmayî li mele mêze dikir. Piştî ku hişê wî hat serê wî bi çavên kelogrî bi ser mele de qêriya:

- «Lawo, ma lawik bazdabû ser dêya te?»

Mele li hember wî sekinî bû, ji kêfa devê wî bihustekê vebûbû, diranên zer di nav herdu lêvan de fîq dikirin. Bi dilekî rehet bersîva Zêdan da:

- «Xêra ku wê bighîşta te bila bighîje min, ma te yê jî ew nekuşta?»

Teqet di canê Zêdan de nemabû, serê xwe xist nav herdu destên xwe û li ber termê lawikê fille çog da erdê.