Dayê ji min re hinarekê bîne

Êdî wê fam kiribû ku ya kuştunê ye. Diket odeya xwe bi tena serê xwe rûdinişt; di nav bêdengiyê de destê xwe dida ber cênîkên xwe û li ser halê xwe diponijî. Jixwe gava bav û bira li mal bûna xwe rê wan nedida. Carna dêya wê dihat bi benda wê diket, dengê xwe nerm dikir û li ber wê digeriya:

      - «Keça min kê ev xax anî serê te? Ji dêya xwe re bibêje, bavê te pê bihese tu dizanî wê çi bîne serê min û te.» Paşê hinek xwe hêrs dikir û pê re dengê xwe bilind dikir:

      - «Eger tu nebêjî, bi Xwedê ew ê te bikujin.»

      Qet xwe ji dêya xwe aciz nedikir.

      Vê carê jî wek hergav stûyê xwe li ber wê xwar kir, du dilop hêsir ji kanîkên çavên wê yên xezalî bi rê ketin û hêdî hêdî di ser hinarokên rûyê wê re berjêr bûn. Destê xwe dirêj kir bi destê dêya xwe girt, dirêj dirêj bi lava li çavên wê mêze kir û bersîva wê da:

      - «Dayê ma bû çend car ez ji te re dibêjim, ev kar bi zorê bi min kirin. Ez ê çawa qêmîşî bav û birayê xwe bikim. Ez bibêjim, wê bavê min here wî kûçikî bikuje, ew ê jî werin birayê min bikujin. Qurbanê dayê, birayê min yekê bi tenê ye. Dev ji min berde, jixwe ev rûreşiya hatiye serê min, besî min e. Ma ez ê vê xerabiyê çawa bi bav û birayê xwe bikim?»

      Xecê 20 sal berê di vê malê de hatibû dinyayê. Nixurya dêya xwe bû, bi delalî mezin bûbû. Karê ku dêya wê karibûya bikira pê nedida kirin, qêmîşî keça xwe nedikir. Yeka bi kêf û henek bû. Gava keçên gund li ser kaniyê digihîştin hevdu tiqetiqa kenê wê bi ser ên gişan diket. Kaniya Elîparê bi navûdeng bû. Gund şên bû. Civata qîz û bûkan tim li ser kaniyê hebû. Lê ev çend meh heye  ku deng ji Xecê biliya bû. Stêrkên ku di bîbîkên çavên wê de direqisîn wenda bûbûn. Rûyê wê yê ku sor û sipî dikir, wek nêrgiza ku ji nav avê hatibe kişandin, hêdî hêdî diçilmisî.

      Çar meh berê bû, bav û birayê wê çûbûn limêja înê, karekî dêya wê derketibû, nizanim çûbû kuderê. Lawê xalê wê yê mezin hatibû mala wan. Xecê tenê li mal bû, xatir dabûyê, mînder dabû bin wî. Jixwe wê, ew yekî ji malê dihesiband. Bi kêmanî bi deh salan jê mezintir bû, sê zarokên wî hebûn. Mala wan li taxeke din bû, car carna dihat mala wan. Av jê xwestibû, tasa avê bi ser xwe de kiribû û gava tasa vala dirêjî Xecê kiribû bi qevda destê wê girtibû kişandibû li kêleka xwe dabû rûniştandinê û hêdî hêdî zor dabûyê. Ji ber ku Xecê ne li benda tiştekî wisa bû, nizanibû wê çî bikira. Ji hêlekê ve jî li şerefa bavê xwe difikirî, nedixwest biqîre ku gundî tevde li ser serê wan bicivin. Çi bû wê rojê bû û ji wê rojê de ye, Xecê naletê li wê gavê tîne. Ji bo ber negire, bi şev û roj destê xwe bilind kir û ji Xwedê re dua kirin, lê dengê wê negihîşt tu kesî. Gava fam kir, ku êdî wayê zarok di zikê wê de dilive û wê bê famkirinê pêşmal li nava xwe girêda. Dêya wê digot:

      - «Hela lê bînêrin keça min çi jêhatî bûye, êdî bûye jina malan, pêşmalê dide ber xwe.»

      Pirr neçû, zikê wê bala dêya wê kişand û dê bû perwane li dorê çû û hat. Dê êdî dizanibû ku xêra Xecê jê re tuneye. Ne tenê ji Xecê, ji xwe jî ditirsiya. Ew ê mêrê wê daw û doz li wê jî bikira. Çawa qîza xwe neparastibû, ma qîz ne emanetî dêyan bûn. Zikê Xecê ne bala dêya wê tenê, bala pîrekên gund jî kişandibûn û li ser kaniyê, li ber darê tendûran, li serê kuçeyan pistepista wan bû li ser vê bûyerê çîrok li hev zêde dikirin. Kîjan digihîşt a din gotina wê ya pêşîn:

      - «Porkurrê te bihîst, di mala bavê de zik li ber Xecê gerandine.»

       Dilxwazên wan jî hebûn, li çogên xwe dixistin û bi dengekî xemgîn digotin:

      - «Heyfa Xecêya çavxezal, niza kîja bêbavî ev xerabî pê kir?»

      Telefoneke bêtêl di nav pîrekên gund de geriyabû û kesekî pê nehesiyayî nema bû:

      - «Xecê xerakirine.» 

      Îcar pîrekan jî ji mêrê xwe re digotin, di dawiya dawiyê de bêyî bav û birayê Xecê êdî herkes bi meseleyê hesiyabû.

      Diyarbekir bi peyatî bi qasî nîv saetê ji gundê wan dûr bû. Pîrekan şîr û mastên xwe dibirin Diyarbekir, li Çarşiya Mast difrotin, zilamên wan jî serê sibê zû diçûn Çarşiya Dewaran. Piştî belavbûna çarşiyê derbasî kahwexaneyên Mêrgehmed û Deriyê Mêrdîn dibûn, li wan deran heta piştî esir li ser kursiyên biçûk quretî dikirin. Ji bavê Xecê re digotin Xelîlê Xecê, jixwe navê dêya xwe li keça xwe kiribû. Yekî bejintenikê dirêj bû, gelek ji xwe hez dikir. Saqoyê xwe ji qumaşê îngîlîzê binxetê, li cem terziyên fille dida dirûtinê. Qumaşê şalwarên wî qabardîn bû. Şewqeyên xwe li cem Davut Nergiz bi taybetî dida çêkirinê. Dikana Davut Nergiz, gava meriv ji Mêrgehmedê bi ser Deriyê Merdîn ve difitilî li milê çepê bû. Li vî bajarî  di ser wî re tu kesî nikaribû şewqe çêbikira. Îcar gava Xelîlê Xecê şewqeyê şeşgoşe dida serê xwe, bi ser çavên xwe de xwar dikir û li Çarşiya Şewitî dimeşiya, yên ew nas nekira digotin qey xwediyê Diyarbekir ew e. Qondereya wî tim bi boyax bû, wek eynê dibiriqî. Zincîra saeta wî ji bêrîka êlegê wî yê çilqomçe berjêr dibû û gava bimeşiya hêdî hêdî li ba dibû.

      Wê rojê Xelîlê Xecê ji Kahwexaneya Ebas rabûbû û ji bo dostekî xwe bibîne çûbû Çarşiya Mast. Li wir, li ber dikanekê çend pîrekên gundî dîtin, lê guh neda wan. Gava di ber wan re derbas bû, yekê xwe negirt û bi dengekî ku hema bi zorê dihat bihîstinê got:

      - «Hela li forsa Xelîlê Xecê mêze bikin, tu dibê qey haya wî jê tuneye ku zikê qîza wî tije kirine.»

      Herçiqas pîrekê bi kurtepistî gotibû jî deng çûbûyê, nezîvirî û nanî ser eynê xwe, lê ji bo di nav çarşiyê de nebêje «kulep» û ji jor de neyê xwarê jî, hemû qeweta xwe bi kar anî. Di gavê de çû malê dê û qîz da ber pihînan, heta hêz tê de hebû li wan da, cîhekî saxlem di wan de nehîşt. Paşê çû odeya xwe û ji hundir derneket.

      Navê birayê Xecê Elîxan bû. Sê salan ji Xecê biçûktir bû. Elîxan xortekî pakê lihevhatî bû. Gava li ser bênderên Elîparê bi hevalên xwe re peyase dikir, temberîka wî tim şehkirî bû. Xecê pirr jê hez dikir, li ser dimir. Digot:

      - «Birayê min yekê bi tenê ye» û tiştek din nedigot.

      Gava Elîxan êvarê hat malê û rewşa bavê xwe dît, fam kir ku tiştek qewimî ye. Lê ne ji edetê bû ku li ber bavê xwe bipeyiviya. Bavê wî bi kurtî jê re got:

      - «Sibê bi cîhekî ve neçe» û hew.

      Dêya Xecê êdî dizanibû ku wextê kuştina Xecê hatiye. Newêribû ji cem wê biqetiya, digot hema ez derkevim derve ew ê werin wê bikujin. Ji ber vê yekê jî, îşev li cem keça xwe mabû. Raneketibûn, heta serê sibê bi ser hev de giriyabûn. Roj dihat nîvro, ne bav çûbû bajêr, ne jî Elîxan ji malê derketibû. Dê jî ji cem Xecê derneketibû. Xecê ji cîhê xwe rabû, çû ber eynê porê xwe şeh kir, fîstanekî nû li xwe kir û deng li dêya xwe kir:

      - «Dayê! Ma tu nizanî îro kezeba min çiqas dişewite? Jixwe ew ê min bikujin, tu rabe ji min re hinarekê bîne, ez ê bixwim, dawiyê çi dikin bila bikin.»

      Dêya wê dengê xwe nekir, rabû çû jê re hinarek anî. Piştî hinara xwe xwar Xecê ji dêya xwe re got:

      - «Dayê îro ji rojan çi ye?»

      Dêya wê bi axîneke kûr bersîva wê da:

      - «Çarşem e keça min, çarşema reş jî ne wisa ye.»

      Xecê hat ber dêya xwe, wê hemêz kir, destê wê ramûsa û bi lava got:

      - «Dayê îcar tu ji malê derkeve here.»  

      Dê famkir ku Xecê dixwaze çi bibêje. Rabû derket hewşê û bang li Xelîlê Xecê kir, got:

      - «Hinek karê min heye ez ê heta ciyekî herim û werim.»

Xelîlê Xecê dizanibû ku dê li malê bûna nikaribû Xecê bikuşta, divê wê çaxê herdu bi hev re bikuştana.

      Xelîlê Xecê gazî Elîxan kir, pê re peyivî û ew jî ji malê derket, çû. Elîxan kêreke kalanî xist ber pişta xwe û çû odeya Xecê. Xecê rabû ser xwe, pê re bişirî û hat li hember wî sekinî. Herçiqas di mejiyê xwe de kuştina Xecê amade kiribû jî, dil û mejiyê Elîxan li hev ketin. Xwişka wî ya ku wî nedida bi ruhê xwe li hember wî sekinîbû û wek hercar pê re dibişirî, ka wê çawa wê bikuşta? Bêdengiyeke kin di navbera herduyan de derbas bû. Xecê bi evîndarî li rûyê birayê xwe mêze dikir, dixwest jê têr bibe, lê rûyê Elîxan tevlihev bû, nikaribû rasterast li çavên Xecê mêze bikira. Xecê bi dengekî ku ji kûraya dilê wê dihat peyivî:

      - «Tu dizanî Elîxan, tu carî di hişê min re derbas nebûbû ku wê rojek were û tu yê min bikujî, lê aniha difikirim ku li ser dinyê ji herkesî zêdetir min ji te hez dikir û mirina bi destê te wê ji ya yekî din xweştir be.»

      Elîxan qutufî bû, liv nedihatinê. Xecê bi milê wî girt, hejand û wek ku ji cîhekî re dereng mabe lê zêde kir:

      - «Birayê min tu çi sekiniyî, mêze ez li benda te me, ma tu ne mêr î?» 

      Elîxan kêra bixwîn di dest de ji deriyê hewşê derket derve. Bi derketina wî re dê kir «hewar hewar» û êrîşî hewşê kir, lê çogşikyayî bûbû, deverû çû erdê. Bi dengê wê re gundî jî bi ser wan de xurucîn. Xecê li naverasta odeyê dirêjketî bû. Berî ku can bide hewl dida ku temeziya li serê xwe û fîstanê ku li ber kêran tîş tîşî bûbû li ser xwe têkûz bike. Destên xwe dan ser dilê xwe û çavên xwe girtin.

      Ambûlanseke sipî hat li ber deriyê hewşê sekinî. Meytê Xecê xistin nav palaseke kevn a qlêrî û ber bi nexweşxaneyê ve birin.

Destpêk Nivîs Receb Dildar Dayê ji min re hinarekê bîne