Bihara Tirkiyeyê, Zivistana Erdogan!

Gelo çi qewimî li Stenbolê da ku protestoyeke biçûk li dijî birrîna çend daran di encam de bû sedemê serhildaneke biharî li dijî rejimê ku ev 9 roj in li seranserê Tirkiyeyê û li tarawgeyê belavbûye û bênavber didome û bi sedan brîndar û hezaran girtî û wargehên kavilkirî û şewitandî li pey xwe hişt?

Li meydana Taksîmê ku îro bûye remza vê serhildanê, sala borî di şeva ku li Roboskiyê 34 gencên kurd hatin qetilkirin, şahiyên mezin hatibûn lidarxistin! Îro li wê meydanê ew tirkên ku şeva Roboskiyê direqisîn û kurdên ku heman şev şîn û protesto dikirin niha di milê hev de li dijî hikûmeta Erdoğan ketine kemînê! Posterên Öcalan û Mistefa Kemal yekem car bi saya Erdoğan hatin gel hev û şopdarên wan bê ku bi darên posterê serokên xwe li hev din, li kêleka hevûdû sekinîn!

Aya ev hassasiyeta daniştvanên Stenbolê ya li dijî birrina çend darên parka Geziyê, rêzgirtina jîngehê ye? Dema mirov tîne bîra xwe ku li Kurdistanê di çend salên dawîn de daristanên çendîn car ji xaka Stenbolê mezintir hatin şewitandin û jîngehparêzan rûyê xwe neqermiçand, diyar e ku mesele ji jîngehê wir de jiyan bi xwe ye!

Çawa dibe rastgir, çepgir, nîjadperest, kemalîst, lîberal, xwendekar, mislimanên dij kapîtalîst, jin, holîganên fûtbolê, kurd, alewî, radîkal û anarşîst ku heta şeva 1’ê hazîranê bi tundî li dijî hev bûn, li hember rejima Erdoğan bi hevre raperîn?

Ev yek bi serê xwe xerabeta Tirkiyeyê û ew çend jî nefret û tirsa ji Erdoğan tîne ziman. Li aliyê din şîddet û nefreta polîsê tirk ya dijî xwepîşanderan tirs û nefreta Erdoğan ya ji muxalîfan tîne ziman. Yanê Tirkiye li ser esasê nefret û şîddetê dabeş bûye. Rejim her cûre muxalefetê li dijî hebûna xwe, muxalefet hemû kiryarên rejimê ji bo jiyana xwe wek xeter dibîne û di nav aliyan de yekta dîyalog bi rêya cop û gazên polîsan û kevir û molotofên xwepîşenderan dimeşe! Wateyeke din ya ev dîmenên klasîk yên welatên totalîter û demokrasiya klasa dûyem heye gelo? Dahata salane ya hemwelatiyên Tirkiyêyê bi gotina Erdoğan herçiqas ji 3.500 dolaran dabezîbe 10 hezar dolaran jî, şikesta ku Erdoğan di dilê wan de peyda kiriye bi dolaran melhem nabe, ji ber vê yekê serokwezîr ku wek neo-lîberalekî li jiyanê temaşe dike, li beramber xwe tenê „sergerdeyên nankor“ dibîne!

Şîddeta polîs ya li Taksîmê tenê karibû demeke kin sihêtiya vê meydanê bike. Diyar bû ku polîs hinek jî ji bo serhildan berfireh bibe, bi hêz û îmana cemaaetê li hemwelatiyan dida! Defa jop û gaz û ava şeddîd ya polîs di stûyê Xelîfe/Siltan, lê şiva defê di destê Îmam/Xoce Efendî de bû! Êdî an def an şiv ji destê yekê divê derkeve an jî herdû alî li gel hev bireqisin, reyeke din nemaye ji bo xwedanên rejima kevneperestên îslamiyên tirk!

Piştî ku Serokkomar Abdullah Gül, xetera ji derketina kontrola serhildanê dît, bi ruyê xwe yên nerm derket hember kamerayan û got; „Me ji van bûyeran peyamên pêwîst vergirt, demokrasî ne tenê hilbijartin in. Xwepîşandanên aştîyane beşek ji demokrasiyê ye.“ Piştî vê yekê polîs ji Taksîmê vekişiya û meydanê teslîmê serhildêran kir. Cîgirê Erdoğan, Bulend Arıç jî jî peyamên nerm da, lê Erdoğan ji uslûba xwe ya tund nehat xwarê û bi rojnamevan re diqehirî! Gül û Arınç ji vê firsendê îstîfade bi awayeke sergirtî jî be, memûniyeta xwe ya li dijî brîndarkirina karîzmaya Erdoğan neveşartibûn û heta ji niha ve ev îtîraza girseyî wek rêyeke xelasbûna ji despotiya serokwezîr pêşwazî kiribûn!

Helwest û tehdîdên Erdoğan yên li dijî vê serhildanê Husniyane (Husnu Mubarek) lê ne mubarekane bû! Serokwezîr roja dûşemê beriya seyaheta welatên ereb (Fas, Tûnis, Cezayir) yên ku hîn di bin xezeba bihara serhildanê de ne digot: „Ev ne meseleya darên parka Geziyê ye. Saloxdariya me dizanê kî li pey van bûyeran e. Emê hesabê vê yekê ji wan bipirsin. Em ji bo çend sergerdeyên kolanan dev ji projeyên xwe bernadin. Ger em bixwazin dikarin li Stenbolê 1 milyon kes li dijî van sergerdeyan daxînin kolanan. Em niha ji sedî 50’yên Tirkiyeyê bi zahmetî li malê wan didin rawestan!“
Lêbelê li çend bajarên wek İzmîr û Antakya ciwanên AKP’yî li malên xwe rûneniştin û tevî polîsan êrişên xwepîşenderan kirin!

Dema li Tirkiyeyê medyaya şelaq û şelaf a Erdoğanî bi reşkirin û biçûkkirina serhildana Taksîmê re mijûl bû, Erdoğan di medya ya cîhanî de wek „Despotekî Pûtînwarî“ dihat liqelemdan.

Helbet di çend mehên dawîn de kiryarên wek betalkirina gelek mafên jinan yên wek kurtajê, qedexeya meşrûbê, hin îşaretên rêgezên şerîetê û zimanê şedîd yê serokwezîr ji aliyê giraniya şêniya vî welatî ve wek tehdîdeke li ser jiyana komaleyetî tê şîrovekirin. Herwiha îhtîrasa Erdoğan ya pergala serokatiyê, nakokiyên wî yên li gel Fetullahiyan dostên serokwezîr gelek kêmkirine.

Di çend mehên rabirdû de yekta serkeftina Erdoğan betalkirina şerê bi PKK’ê re bû. Lê belê ji ber ku heta niha jî hîç daxwazên kurdan nebersivandiye ev „porseya aştiyê“ jî li jêr asoyeke şolî de maye û kes nizane wê çawa û heta kengê wiha bidome! Niha careke din hêvî û firsendekî geş bûye ku Erdoğan di bin zexta daxwaza „zêdetir demokrasî, aştî“ ev proseya ku bê xwedî hiştiye bîne bîra xwe!

Kurd û Taksîm

Li meydana Taksîmê di rojên destpêkê de ciwanên kurd bi taybetî di şerê li dij polîsan de bi awayeke eşkere serî kişandin. Herwiha mebûsê BDP’ê Sırrı Süreya Önder ku serkêşiya vê protestoyê kir, ji alî polîsan ve hat brîndarkirin. Piştî ku bûyer belavbûn, komên Kemalîst û alîgirên Ergenekoniyan jî tevlî serhildanê bûn. Bi tevlîbûna wan, di navbera wan û kurdan de pevçûnên biçûk derketin, nîjadperestên tirk, bêtehamuliya xwe ya dijî al û sembolên kurdan nîşan dan û êrişê komên kurdan kirin. Li Taksîm û İzmîrê çend caran di navbera kurd û nîjadperestan de pevçûn qewimî, avahiyeke BDP’yê leqayê êrişê hat.

Piştî ku bi awayeke berbiçav CHP û Kemalîstan di vê serhildanê de cîh girtin, kurd bi awayeke giştî sar bûn û li gelek deveran ji meydanan vekişiyan. Serokê BDP’ê Selahadîn Demirtaş bang li ciwanên kurd kir û got „em bi nîjadperestan re nakevin nav heman ahengê.“ Hikûmetê ev helwesta BDP’yê çendîn car silav kir!

Di medyaya sosyal de jî di nîqaşên navbera kurdan didomin, gelek kurdan, hemwelatiyên xwe yên ku serkêşiya serhildanê dikin bi xulamtiya kemalîstan tawanbar dikin. Li gor wan dema ku Kurdistan hat şewitandin, kurd hatin qetilkirin tirkan ji kiryarên rejimê re li çepla didan. Niha çima kurd ji bo darên Stenbolê xwe dikin hedefa şîddeta polîsên Erdoğan!

Şayanê gotinê ye, kurdên ku tevlî vê serhildanê bûn, zêdetir yên alewî an jî çepgir bûn û bi motîfên şexsî tevgeriyan. Ciwanên ku bi al û sembolên tevgara netewî li meydana ne jî diyar e ku ji ber hewceyî îfadekirina nasnameya xwe vê yekê pêwîst dibînin. Herçend hin bangên rêxistên kurdan hebin jî li Kurdistanê jî ji bo piştgiriya Taksîmê çend xwepîşandan hatin lidarxistin jî bi giştî bêdeng derbasbûn. Bûyerên li Dêrsimê jî bi awayeke eşkere di bin înîsiyatifa çepgiran de maye. Tevgera kurd heta niha jî dûdilî ye û bi hassasiyata „proseya aştiyê“ bê siyaset maye. Lêbelê ev helwesta kurdan, argumenta wan ya „piştî vekşîna hêzên çekdar têkoşîna demokratîk, bi gelên Tirkiyeyê re têkoşîna hevpar“ jî vala derdixîne. Diyar e ku kurd ji bo helwestek zelal nîşan bidin li benda şêwra serokatiya xwe ne. Hikûmeta AKP’ê jî ji ber vê yekê ji helwesta kurdan ya „bêhelwestî“ memnûn e!

Balkêşiyeke din gelek tirkên ku piştî leqayê terora polîsan hatin, zilma li ser kurdan anîn bîra xwe. Hin tirkan di peyamên facebook û tweeterê de wiha digotin: ''Ez ji xwe fedî dikim ku min heta niha li dijî kurdan piştgiriya rejimê kir… 30 sal in çapemeniya tirk me derbarê kurdan de xapand, ez ji kurdan lêborînê dixwazim… Ev polîsên ku ev çar roj in li me wiha dikin, li kurdan çi nakin..'' ûhw… Gelo ev li xwe mikur hatin wê wek helwestek mayinde bimîne û belavbibe an jî wê wek çav vebûna çend tirkên xwedî ûcdan be, ji niha ve ne diyar e.

Di vê xirecira civakî ya li Tirkiyeyê yek ji encamên komîk banga îstîfakirina Esad bo Erdoğan bû. Herwiha diyarkirina „nîgeraniya“ Malîkî ya ji serhildana Taksîmê jî, Tirkiyeyê xistibû nav lîga kotegoriya welatên asta Suriye û Iraqê. Helbet peyamên cîddî jî hebûn ji bo Erdoğan bi taybetî ji Yekîtiya Ewrupa û Amerîka, ku balê dikşandin ser şîddeta dijwar ya polîsan û ev yek wek xetereke li dijî demokrasiyê bi nav didan!
Di encama vê tabloyê de hat dîtîn ku tirk jî dikarin kevir biavêjin „dewlet baba“ ya xwe ya pîroz! Wiha diyar e werza serhildana Taksîmê ger bibe bihara azadiyê, wê li asîmanên Erdoğan zivistan konê xwe vede!

Destpêk Nivîs Faysal Dagli Bihara Tirkiyeyê, Zivistana Erdogan!