Dîmenên sembolîk yên serdana Barzanî ya Amedê!

Avahiya Şaredariya Amedê ya ku roja yekşema borî mazûvaniya Mesûd Barzanî kir, ji zindana kevnare ya bajêr ya li Kela Navîn, çendsed metre dûr e. Mele Mistefa yê bavê Mesûd Barzanî, li dû salîya xwe (1903-04) tevî dayik û beşek mezin ya malbata xwe sal û nîvek di vê zindanê de girtî mabû.

Piştî 110 salên ku bavê wî ji zindana Amedê derketibû, Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî, bû mêvanê heman bajarî.

Serdana Barzanî ya Amedê di gelek aliyan de hem bûyereke dîrokî û hem jî sembolîk bû. Belkî ji naveroka xwe ya polîtîk zêdetir bi sembolan watedar bû. Nedihat bîra kesekî ku rojekî Barzanî li meydaneke Amedê bi organîzasyona dewleta tirk, bi zimanê kurdî û bi dirûşmên “azadî, aşîtî û yekitî” xîtabê kurdên Bakûr bike. Herwiha serokwezîrekî tirk mazûvaniya wî bike, hemû kanalên Tirkiyeyê bi zindî axaftina wî biweşîne û meydaneke Amedê ku Barzanî lê rûniştîbe bi alên tirk bê dagirkirin.

Lêbelê xeyala hemû kurdan bû ku rojekî ji rojan Barzanî, li Amedê serdana şaredariyeke kurd bike û li gel şaredar û mebûsên kurd kombibe û paşê derbasî pêşberî kamerayan bibe û bahsa yekîtiya kurdan bike. Û di rojeke wiha de Amed bi sembolên kurdî bê xemilamdin û wek Newrozê bi milyonan însan pêşwaziya wî bikin. Barzanî çû serdana şaredariyê, lê Amed bi alên kurdistanê û girseyên mezin ne li meydanê bû. Ev yek zaafa siyaseta kurd nîşan dide. Eger siyaseta kurd xwedî înîsiyatîf bûya dikaribû, bi munasebeta hatina Barzanî meydanan dagir bikra, bi civîneke netewî bi al û dûrişmên xwe lîstika AKP’ê xerabikra û Erdoğan mecbûrê gelek tiştên din jî bikra!

Nedihat bîra kesekî ku rojekî rayedarên dewleta tirk, ji bo bi kurdên Bakûr re aşt bibin, wê ji Barzanî lavayan bikin ku bibe navbencî, nedihat bîra kesekî ku rayedarên tirk ji bo aştî, bazirganî û petrolê bi israr li zengila deriyê Barzanî bixin.

Herwiha nedihat bîra kesekî ku dû stranbêjên navdar yên kurd ji aliyê serokwezîrekî tirk ve li ser dikê bên anonskirin û kurd ji wê şanoya erzan acisbibin û li facebook’ê binivsînin “yekem car ez ji kurdbûna xwe mahcûb bûm!”

Belê ev tiştên ku ji bo kurdan xeyal û ji bo netewparêzên tirk kabûs bû, hefta borî qewimî.

Mecbûriyetên Erdoğan… 

Organîzasyona Amedê siyaseta pragmatîst ya Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan jî nîşan dikir. Mecbûriyetên Erdoğan, ew anîbû ber derê kurdan û bûbû sedem “tabûya/tirsa Barzanî” jî bişkîne. Gelo wek hinek derdorên kurd, Erdoğan duxest ji bo hilbijartinên heremî “ji rêzbendiya Mesûd Barzanî ya li Bakûrê Kurdistanê îstîfade bike?” An jî wek gelek çavderên siyasî jî dibêjin “lîstika Erdoğan ji hilbijartinê jî mezintir” bû?

Çima Erdoğan, li cîhekî ku nîjadperestên wek Devlet Bahçeli hatina gêrillayên PKK’ê û serdana Barzanî ya bi rêya Deriyê Xabûrê wek “dû bûyerên cêwîk û hewldanên têkbirina dewleta tirk” û “xiyanet” tawanbar dikir, ew rîska siyasî hilgirtibû? 

Erdoğan bi serdana Barzanî gelek hesaban kiribû. Siyaset li ser hesaban digere. Herkes di siyasetê de xwedî senaryo ya xwe ye, yên bê senaryo bin jî, di lîstika hinekên din de dibin fîgûran!

… û “samîmiyeta” wî!

Wiha diyar e, Erdoğan di pêşeroja desthilata xwe de muhtacê “dostaniya” kurdan e. Û neçar e bi kurdan re aşt bibe! Ji ber vê yekê Erdoğan, li Amedê pêşwaziya Barzanî kir û yekem car serdana şaredariya BDP’ê kir û bi siyasetmedarên kurd re civînek berfireh û “samîmî” pêk anî û yekem car bê tirs şeva xwe li Amedê derbaskir. Herwiha yekem car peyvên “Kurdistan, Qazî Mihemed, Mele Mistefa” bilêvkir… Erdoğan îşaret da ku dibe li Amedê serdestiya BDP’ê jî qebûl bike û bi wan re nekeve pêşbirkeke bê wate ya bidestxistina şaredariyê.

Ev yek amajeyê neçariyên giran yên Erdoğan dikin. Ger ne wiha bûya, wê çi pêwîstiya Erdoğan bi serdana Mesûd Barzanî ya Amedê hebûya, wê çima bi Öcalan re rûniştana? Wiha diyar e mesele ne bidestxistina petrola erzan ya Başûr û îxracata giranbiha ya bazarê wê ye!

Ji hemû deman zêdetir dijber û dijminên Erdoğan hem li nav Tirkiyeyê û ji di qada navdewletî de zêdebûne. Koalîsyona ku AKP’ê pêkaniye lewaz bûye, siyaseta derve ya AKP’ê têkçûye, İsrail, Suriye, İran, Iraq û heta Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîka ji bo Tirkiyeyê êdî zeviyên mayinkirî an deriyên girtî an jî dostên xeyidî ne!

Li gor şîroveyên medya ya navnetewî pêngava Erdoğan ya ezimandina Barzanî bo Amedê wêneyeke erênî ye û şîroveger û rojnamevanên cîhanî jî wek hempîşeyên tirk peznê vê pengava Erdoğan didin.

Lê belê kurd li bendê ne ku Erdoğan samîmiyeta xwe bi sezakirina kujerên Roboskîyê, bi serbestberdana girtiyên siyasî yên kurd û Öcalan nîşan bide. Herwiha wê heta hemû mafên wan yên xesbkirî yên wek perwerdeya zimanê zikmakî û rêvebirina welatê xwe neyê îadekirin ji samîmiyeta Erdoğan gumanbar bin. Ji ber vê yekê li sûka Amedê, ev hewldanên wî bi hevokên wek “dixwaze me bi çend stranan û axaftinên vala bixapîne” tê navdan.

Lê wê çi bide û çi bistîne ew jî bi jîrekiya siyaseta kurd ve girêdayî ye. Ji bo Erdoğan pira navbera Enqere, Amed û Hewlêrê bûye pira sîret-ül musteqîm! An wê ji wê pirê derbasbibe an jî wê bikeve nav agirê hêrsa nîjadperestên dojehê! Lêbelê tene bi gotin û hêviyên Serokwezîr yê meydana Amedê “zindan vala nabin û yên li serê çiya danakevin!”

Rekabeta demokratik ya navbera kurdan

Di serdana Barzanî jî diyar bû ku rekabeta desthilatiyê ya navbera partiyên kurd eger bi awayên demokratik bê meşandin, wê ji vê pozberiyê sînerjiyeke mezin derkeve holê. Dengeyên cîhanê û yên heremê jî di têkiliyên navbera kurdan de rêyeke din jîn nehişitiye. Yekta rêya pozberiyê rekabeta demokratik e, yên ku tewesulê rêyên din bike wê wenda bikin!

Aktorên siyaseta kurd yên ku di wêneyê pêşberê şaredariya Amedê de li derdora Barzanî û Baydemîr gihan hevûdû, eger li beramber Erdoğan nikaribin hesabê xwe bikin, wê nikaribin tevgera kurd jî birêvebibin.

Li aliyê din hemû hewldanên Erdoğan diyar dike ku gumana wî ya sereke niha Rojava ye. Ew ji bo PYD’ê bikşîne nav pergala “Bere ya dijminên Esad û Tirkiye ya mezin û çareseriya demokratik” dixwaze li Rojava rekabeta navbera partiyên kurd geş bike. Di serdana Amedê de û di hevdîtînên AKP/PDK û BDP’ê de jî diyar bû ku parvekirina desthilata Rojavayê Kurdistanê xalekî girîng e. Ji ber vê yekê Serokê PYD’ê Salih Muslim jî ezimandibû û paşê jî dîwarê Qamişlo rîsandibû.

Wenêyê Amedê diyar kir ku siyaseta kurd li gel gelek jihev nerazîbûn û nakokî û gumanan jî wê yekîtiya xwe ji dest nede. Hîmeke “çareseriya demokratik” esasen bi yekitî û ahenga nav hêzên kurdî ve girêdaye. Nifte û sened a serkeftina siyaseta kurd, ji aliyê Mesûd Barzanî li ber dere şaredariya Amedê bi vê hevokê hat tarîfkirin; “Yekitiya kurdan ji her tiştî girîngtir e.”

Helbet sihêtiya raya giştî ya kurd ya li ser saziya siyasetê jî bi qasî “yekîtiya netewî” pêwîst e û çavê raya giştî ya kurd hîn li benda Kongre ya Netewî ye! Serdana Amedê jî vê bendewariyê careke din aniye rojevê!

Destpêk Nivîs Faysal Dagli Dîmenên sembolîk yên serdana Barzanî ya Amedê!