Hevpeyvîn bi Atilla Barişer` re

Atila Barişer kî ye? Hûn dikarin xwe hinek bidin nasîn?

A.B. Ez li Milazgira Mûşê hatime dinê. Di çar saliya min de malbata min koçî Agirîyê kir û min lîse li wir qedand. Di sala 1991 an de ez ketim beşa Sosyal Antropolojîyê ya Zanîngeha Enqerê. Piştî du sala min wira berda û ez derbasî beşa Cografyayê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê bûm. Di sala 1996 an de ez ji wir mezûn bûm û ji wê salê vir de mamostetî dikim.  Sê kitabên min hatine çapkirin. (Mandalîn: Roman, Weşanên Elma-2005, Name: Helbest, Weşanên Elma-2005, Bi Xatirê Te Enqere: Roman, Weşanên Do-2009 )

Wek tu jî dizanî nirxandin û rexne parçeyeke girîng ya wejeyê ye,  bê wan wêje pêşnakeve. Her wiha nivîskar jî bi van nirxandinan ji şaşî, kêmasî û lawazîya xwe  haydar dibe, le mixabin qasî ku dixwuyê nivîskarên kurd hîn ji vê yekê re ne amadeye, tu derbarê vê mijarê de çi difikirî û ti ji wan sûd digrî an na û Tu derbarî romana kurdî de çi difikirî, ên ku bêtir bala te kişandiyê û li ser te bandor hêştiye kîjan e?

 

A.B. Li gorî min nirxandinê her kes dikare bike û divê were kirin jî lê rexnegirî karekî sîstematîk e û pisporî jê re pêwîste. Nirxandin û rexne ji bona nivîskaran neynikên bêhempa ne. Nivîskarên kurd ji bona vê yekê amade ne lê mixabin heta niha di vê hêlê de merivên pispor yên ku bikaribin dilê nivîskar biêşînin yan jî rehet bikin, hê derneketine holê. Derketibin jî rastî min nehatine. Ji ber vê yekê ez nikarim bêjim min ji  rexneyan sûd girt. Nirxandinên pak û bikêr her dem çê dibin û ji bo ku nivîskar baştir pêşiya xwe bibîne gelek pêwîstin.

Hinek nivîskarên kurd dilê min diêşînin. Ji wana kê çend pirtûk binivîse û bide çapkirin dikeve postê nivîskarekî mezin û dertê meydanê. Tu dibê qey bi milyonan xwendevanên wan hene û xelata nobelê do stendine. Ez ji ber vê yekê gelek tengezarim. Jixwerazîbûn tiştekî baş e lê xwenasnekirin û pozbilindî ji bo nivîskaran jehra xwekuştinê ye. Divê nivîskar pir bihemd û bi sebir tevbigere. Bi taybet yên kurd...

Bila qet kes xwe nexapîne. Kînga romanên kurdî li hemî dibistanên kurdistanê belav bûn û hatin xwendin, kînga li bîst sî zimanê biyanî wergeriyan û bi sed hezaran tew bi milyonan hat firotin, hînga ez ê bêjim belê rewşa me baş e.

Ez dikarim bêjim ku min piraniya romanên kurdî xwendiye. Rewşa me bi dilê min nîne. Dibê nivîskarên me hestiyên civakê bilerizînin. Bi qelema xwe tofanê rakin û hemî nezanî, kevneperestî, paşverûtî, xeletî û xirabiyên civakê bidin pêşiya xwe û belawela bikin. Dibê bi helbestên xwe hest û giyanê civakê biguherînin. Bi romanên xwe nifşên nû biafirînin. Ji bo vê jî dibê nivîskar paşerojê bizanibe û pêjerojê zelal bibîne. Ev karên ku em dibêjin bi ramaneke dorfireh, bi xebateke giran, bi sebreke mezin dibe. Wisa bi çend gotinên biriqî, bi çend pirtûkî û bi fortan nabe.

Bila ji bîr nekin em mîna nivîskarên biyanî li ser pişta hespên kumêt nînin. Em jor da anîne xwarê. Em niha hê peya ne. Min îro di rojnamekî de xwend; merivek (atlet) bi siwarekî re ketibû pêşbaziyê. Hesp jê derbas bibû. Rewşa me ev e. Lê ez pir hêvîdarim ku em ê reva xwe berdewam bikin û wê di nava demeke kin de hespên kumêt bi destê me jî bikevin. Hînga wê dinya siwariya me bibîne.

Li ber vê rewşa xeter dîsa jî romanên me yên baş hene. Mîrnameya Jan Dost, Hêvî Her Dem Heye ya Hesen Huseyîn Denîz (Ez bi meraq li benda cilda duyemîn im.) û çend romanên din ...

 

Bi dîtina te astengiyên herî mezin ên li pêşiya wêjeya kurdî çiye?

 

A.B. Ziman baxçeyê gel e. Wêje jî dar, kulîlk û sosinên nava baxçe ne. Karê nivîskaran jî baxçevaniye. Belê baxçeyê me heye. Ax a wî pir qedîm û bi bereket e. Tê de çinarên wek Melayê Batê, Melayê Cizirî, FeqiyêTeyran, Ehmedê Xanê, Cegerxwîn û hwd... hene. Dar û şitlên nû û kulîlk û sosinên wê jî gelekin. Lê mixabin baxçeyê me sêsid û şêst sal berê bûye du qet û nod sal berê jî bûye çar perçe. Têlên bi strî, dûwar û dirik kişandine nav. Mayîn lê hatine reşandin û ava li ser hatiye birîn. Wê ev baxçe çewa hişîn bimîne, wê çewa çinarê wê nerizin, wê çewa şitlên ter mezin bibin, wê gul û sosin çewa geş bibin. Astengiya esasî ev e û dîrokî ye. Ev pirsgirêk tenê bi keda nivîskaran û di demekî kin de ji holê ranabe. Tişta ku dilê meriv germ dike ewe ku mîna şovalyeyên zemanên berê li dijî vê trajediyê em hê jî berxwe didin. Tew serî radikin. Nivîskarên kurd bi dil û can dixebitin. Di devên xwe de, di kefa destê xwe de avê dikişînin nava baxçê me. Fedakariyeke mezin dikin. Cî bi cî bi ser jî dikevin. Berhemên hêja dertên holê. Lê mixabin keda wan têra çareseriyê nake. ji ber ku pirsgirêk netewî ye wê çareserî jî netewî be.

 

Bi xatirê te Enqere romana te ya duyemîn e her wiha tu helbestan jî dinivîsî. Tiştên tu ber bi cîhana nivisandinê de bir çine?

 

A.B. Bi Xatirê Te Enqere, Romana nifşa salên nodî ye. Ez bawer dikim wê hemî xwendekarên zanîngehan yên salên nodî perçekî jiyana xwe tê de bibînin. Ez ber bi cîhana nivîsandinê de neçûm. Ew ji piçûktî de di dilê min de bû û rojekê bi xwe derket holê. Min jî wek gelek nivîskarî bi helbestê dest pê kir û paşê vegeriyam ser romanê. Çimkî hînga gelek helbestvan hebûn û roman pir pir kêmbûn.

 

Herwiha tu jî xwendekarekî nifşa salên nodî ye û serdestiya te jî li ser mijarê heye, dema nivisandinê de bandora vê jiyana te (ên erênî û neyînî) çi bû?

 

Tenê bi xeyalan romaneke baş nayê nivîsandin. Divê nivîskar hest û ramana lehengên xwe baş bizanibe ku ji rastiyê dûr nekeve. Ku nivîskar neketibe atmosfera romanê, wê nejiyabe û li ser mijarê serdest nebe, bi ser nakeve. Eva şerteke bingehîn e. Salên nodî li ser hest û ramana gelê me bandoreke dîrokî hişt. Bêguman bandora wan salan li ser min jî heye û ev roman encama wê bandorê ye.

 

Te di romana xwe de zêdetir devoka serhedê bikaraniye di vî warî de ji te re qet rexne hat an na û her wiha hinek gotinên tirkî ên ku di kurdî de qet nayê bikaranîn(mînak: işiq), te bikaraniye çima ?

 

A.B. Li gorî xwendevanan zimanê min herikbar e û bi hêsanî tê xwendin. Hevalekî ji min re gotibû ku tu meriv nafetisînî. Ez jî bawer dikim wisa ye. Pirsa duyemîn dikeve qada Etîmolojîyê. Gelo bi rastî gotina işiq bi tirkî ye? Nizanim. Gelek mînakên bi vî awayî hene... Di her zimanî de bi hezaran gotinên biyanî hene û ev normal e. Dîsa jî divê min ji dewsa wê de gotina ronahî binivîsîya. Lê hinek gotin hene ku meriv nikare yeka dinê di dewsa wê de binivîse. Wek gotina Ehmedê Xanê; em xudreste ne, ne perwerî ne. Belê, em bi zimanê dayîkê mezin bûn lê perwerdehiya me bi zimanên dinê dewam kir. Em xewnên xwe bi zimanên dinê dibînin. Ji deh sala zêdetire ez bi kurdî dinivîsim lê dîsajî kêmasiyên min hene. Bandora zimanên din zû bi zû ji holê ranabe.

Bi rastî wek xwendevanek bi min dixûyê ku jî bêyî şaşiyên redekteyî roman di aliyê ziman de romaneke serketiye, tu vîya bi çi va girê didî?

 

A.B. Mixabin di warê redaksîyonê de pirsgêkên me hê jî hene. Min romana xwe ya yekemîn di sala 1998 î de qedand. Di wê de kêmasiyên berbiçav hene. Ji ber vê ez dîsa vegeriyam ser ziman û lê xebitîm. Min gelek xeletiyên xwe ji holê rakir. Dibê redaktorên me jî xwe baştir bidin ber barê xwe. Piştî ku Bi Xatirê Te Enqere hat çapkirin, min dîsa lê nihêrî û min dît ku kêmasiyên piçûk hê jî hene. Her çiqas van şaşî û kêmasiyên teknîkî hêz û heybeta romanê kêm nekin jî dibê qet tunebin. Niha hemî hewldana min li ser vê babetê ye. Ez bawer dikim di pêşerojê de mijarek bi vî rengî di nava me de wê tunebe. Çimkî di vê mijarê de êdî bahaneyek yan jî perdeyek ku em bikevin piştê û xwe veşêrin, tune ye.

Lehengê te ê sereke bênav e, navên lehengên te ên keçan (ku her yek ji wan nîşana kesayetiyekiye) hemû kurdî ne(Evîn, Bihar, Şîlan, Sosin…) le ji bilî Sosinê derbarê neteweya wan de tiştek nîne, heta Evîn keçikek Traqyayî ye  te çima tiştek wisa bikaranî?

 

A.B. Min heta niha di tu romanê de taybetiyek bi vî rengî nedîtiye. Belkî jî qet tune. Heta dawiya romanê navê lehengê sereke nayê gotin. Nav, xala yekemîn û herî girîng ya nasnameyê ye. Di çîrokeke zaroktiya min de navê lehengê sereke heta demekî dirêj tune ye. Ji ber ku navê wî tune, jê re dibêjin Navtune. Dema ku dibe xort û bi awayekî xwe îspat dike paşê nav lê dikin. Li gorî min taybetiyên wek xwe zanîn, xwe îspatkirin ji navan girîngtir e. Lehengê min heta dawiya romanê xwe nas nake. Di nava kêmasî û nakokiyan de digevize. Ji ber wê jî tu car dilşad nabe. Li xwe digere, li rastiya xwe digere. Min di dilê xwe de go heta ew xwe nas neke, dilşad û azad nebe ez nav lê nakim. Min xwest ku ew bi xwe navê xwe heq bike û li xwe bike. Niha dilşad e yan nîne nizanim lê bawer dikim ku ew niha Azad e.

Belkî jî Evîn gelê tirk, xortê ku me niha jê re got Azad jî gelê kurd sembolîze dike. Nizanim...

Di romanê de hezkirin û evîn heye, tu çima ser hevşabûnan de derbaz bûye ?

A.B. Pirseke gelek baş e. Ev jî pirsgirêkeke me ya civakî ye û min jî para xwe jê girtiye. Divê ev birîna me jî were vekirin û dermankirin. Ji bo çareseriya vê jî xebat û zeman lazim e. Ez dibînim ku hinek nivîskarên me di vê mijarê de ji ava rû derketine. Sînorên pornografiyê û erotîzmê tevlihev kirine û di encamê de wêneyên gelek xirab derketine holê. Erotîzm nexş û nîgariya jiyanê ye. Bingeheke girîng ya wêjeyê ye. Ku baş were bikaranîn xemlekî baş e. Ez ê li ser vêya bifikirim.

Cihekî romanê de ji bo Ferad dibêjî her tişt ji bo wî tenê reş û spî, başî û nebaşî ye û di rêzikên bin de wek şoreşkerek hêja binav dikî ev nakokî nîne?

A.B. Li gorî min taybetiya şoreşgerekî ya herî girîng dîtina zelal e. Divê di ramana şoreşgerekî de tevlihevî û bêbiryarî tunebe. Ez li vir nakokî nabînim. Kêmasiyên piçûk yên Ferat hebin jî ew şoreşgerek hêja ye.

 

Qasî ku dizanim piraniya weşanxaneyan lêçûyîna çapê ji nivîskarên pirtûkê distînin ger wisan be(wisa nebê jî) mafê nivîskar nîne ma berhemek baştirîn (hindiktirîn di warê çap û redekteyê de) bixwazî, gelo navbera nivîskar û weşanxaneyan de peymanek tuneye?

A.B. Ez li ser vê mijarê tiştekî nebêjim wê baştir be.

 

Pirtûk tê çapkirin le mixabin zêde naye belavkirin her wiha dema hijmara ên tê firotan û hijmara kesên bi kurdî dinivîsîne tê ber hev tiştek sosret derdikeve holê, gelo nivîskar berhemên hev naxwine an bêyî wan xwendekar tuneye?

A.B. Îro rewşa nivîskarên kurd pir xeter e. Em bidin ber nivîskarên biyanî dertê holê ku rewşa me gelek aloz e. Di vê hêlê de karê herî zor nivîsandin û amadekirina berhemê ye. Çapkirin û belavkirin ne zor e. Mixabin rewş ji bo me berevajî ye. Belavkirina berhemên me ji çapkirinê û çapkirin jî ji nivîsandinê zortir e. (Tew ez qala xwendinê jî nakim.) Eva nakokiyeke mezin e lê ji ber ku rewş roj bi roj baştir dibe, ez bawer dikim wê di pêşerojê de ev astengî jî ji holê rabe.

 

Tu dikarî bi kurtayî qala xebat û projeyên xwe ên nû bikî?

A.B. Niha ez li ser romaneke dîrokî dixebitim. Du sale ez dinivîsim û jialiyekî dejî lêkolîn dikim. Min ji bo wê nêzîkî pêncî kitab xwend û not girt. (Ez ê lîsteya wan bi dawiya romanê ve bikim.) Hê jî dewam dikim. Çend roj berê çûm herêma ku bûyer lê derbas dibe. Du roj li wir mam û mîna dînekî li hemî pal, gir, gelî, newal, sûk, tax, kuçe, qul û quncên wir geriyam. Min nêzîkî çar sed wêne kişand û du sê pirtûk û çend broşur li wir bi dest xist.  Min bi gelek merivî re xeber da. Min barê xwe yê mayî jî girt, da ser pişta xwe û ez ê dîsa bikevim rê. Belkî sala pêşiya me biqede. Desmal û Xencer... Bawer dikim wê bibe Tac a serê romana kurdî ya heta niha. J

Spas ji bo bersiv û demdayîna we.

 

Spas xweş. Mala te ava be.

J. Alpîranî

Destpêk Hevpeyvîn Hevpeyvîn bi Atilla Barişer` re