Hevpeyvîn bi Eskerê Boyik re

-Çima ji bo çareserkirina pirsa kurd pirsgirêka perwerda zimanê dayikê derketiye pêş?

Dewleta Tirk di roja demezirandina xwe da heta îro ji xwe ra kirîye armanc, bi her awayê  (destûrî, leşkerî, îdeolojîk, perwerdeyî, olî, sîyasî, bi zorê,bi  rizadilî)  hemû gelên wê dewletê, di nav wan da wusa jî kurdên pirmîliyon tune bike, bihelîne, asîmle bike û bike tirk.  Gelê kurd jî ji bo ku heyîtiya xwe di nav wê sazîmana leşkerî ya bi xezeb da biparêze mecbûr bûye bê rewestandin şerê hebûn-nebûnê bimeşîne. Dîrok li ber çavane, hewce nîne wan serhildan, komkujî, pirojê dewletê yê dijî kurdîtiyê  yên qirêj, aşkere û  dizî, heps û zindanên bi kurdên welatparêz  tije bên  bîranîn.

Berê da hatiye gotin, ji bo xweparastina her netewî sê şertê bingehîn hene: welatê tomerî, ziman û ol.

Kurd wek neteweke mezin yê cihanê  ev hersê şertê wê yê xweparastina netewiyê  jî hene, lê dewleta tirk û dagirkirên din ev hersê şert jî bi têra xwe  xwestine bihedimînin.  Welatê Kurda bi sûr û sînorên dewletên dagirkir hatiye perçekirin, xerîte gorî xwe guherîne. Navê gund û bajaran, çem, çiya û deştan, cî û waran, heta yê rawir û hêşnayan jî guherîne. Nehîştine ku kurd navê kurdî li zarokên xwe jî bikin.

Dagirkirên her perçekî di pirsa kurdî da ji yên din xirabtir û bi xezebtir bûne û niha jî wusan in.

Ola kurda û ya dagirkira yeke. Bi dewr-zemana wê olê zehftir aliyê asîmlasiyon û helandinê kiriye,  ne aliyê parastina netewa kurd.

Maye ziman.

Ewe sebab ku zulma dewleta tirk ya herî bi xezeb dijî zimanê Kurdî bûye. Çiqas jî ji salên bîstî da bigiştî perwerde, çand û huner, her tiştê fermî bi tirkî bûye, dijî zimanê kurdî pirojên tunekirinê yên herî bi xezeb hatine amadekirin lê nikaribûn biketana nava strûktûra civaka kurd, malbatê, eşîrê. Heta berî destpêbûna şerê çekdarî Kurdistanê da hinek şert hebûn, ku bi wan çiqas jî zehmet bû, çiqas jî zulm û zora dewletê hişk û sert bû dîsa jî bi wan mecalan zimanê gel  pir hindik dihate parastin:

-Malbeta kurdaye qedîm, dayika kurd, erf-edet, folklor, odên gundan, hinek hicrên oldarên weletparêz yên perwerda oldaran, jiyana gundîtiyê, koçerî, nîvkoçerî, derketina zozanan,-evan kurdiyatî,  ziman,  xeysetê netewî  diparastin.

Van 30 salê dawiyê, di dema  wa gotî şerê çekdarî, dewleta Tirk bi zanebûn, bi çek-sîleh û mêtodên herî malwêran û modêrn, jîyan di Kurdistanê da ser û binî hev kir:  Civak ji tradîsyayên miletiyê ya qedîm qetand, ji hev bela kir, dawî jiyana koçeriyê-nîvkoçeriyê, derketina çiyan û zozanan anî, pênc hezarî zêdetir gund hatin şewitandin, wêran bûn, xelk ji wan hatin derxistin. Malbeata  kurdan ya qedîm nema, hev bela bû. Bi mîlyona evdê kurd ji axa kal-bavên wan qetandin berê wan dane mêtropola,  jîyaneke dijwar,  bê hêvî û pêşîroj,  bê cî û sitar,  bê maf  û mecalê jîyanê kire para wan, karbidestên mêtropolan ra kire karkirên erzan.

Eger berê evdê kurd karibû bi zimanê xwe li gûndê xwe, herema xwe, li nava civaka xwe jîyana xwe bimeşanda, ciyê nû zanebûna tirkî ji bo jiyanê bû şertê sereke. Eger berê, malbeta kurdewarî ya qedîm da dayika kurd kurdî zarokên xwe ra diaxivî, zarokê xwe bi kurdî perwerde dikir, zimanên din nizanîbû, lê qewlê nû da dayika kurd kurdî nizane.

Kurd di welatê xwe da bi civakî, malbatî, aborî, ser û binê hev bû. Serda jî dijminatî kete nava civakê.

Dîroka dijwar ya van 80-90 salê dawiyê gelê kurd /yê bakûr/ li ber gelek pirsgirêkên hebûn- nebûnê daye sekinandin û ya herî sereke parastina zimên e. Perwerda bi zimanê dayîkê bûye pirsa serê pirsgirêka, bêyî çareserkirina wê, gelê kurd li ber hidûdê hebûn-nebûne sekiniyê .

- Mafê perwerdeya zimanê dayîkê îro di rojevê de ye(li bakur), gelo li gor we ev maf çiyê, ji bo kê ye û dibê çawa were fehmkirin?

Di vê têkoşîna salaye dijwar û dirêj da gelê kurd bedelên mezin dan(milk-mal, cî-wer, can, zarokê xwe). Her kurdek bi her şêweyî tevî vê têkoşînê bû, dijî dewletê, dijî hev, dijî wan hêz û weletên ku dagerkir ra bûbûn heval û piştgirya wê dikirin.

Dagerkirê çavxûn mecbûr ma kurda ra rûnê, pirsgirêka kurd naske û be‘sa çareseryê bike. Bi rastî gelê Kurd di wê têkoşîna bi xezeb da ser ket, eger usan nebûya  pêvajoya wa dest pê nedikir û dewleta tirk tucar mecbûr nedibû dest ji înkar û tunekirina kurdan berda…Di her aliyê da (leşkerî, sîyasî, navnetewî) dewleta tirk da der. Pêwîste gelê kurd bizanibe ev pêvajo ne xêra AKP ê ye, ne jî ya hêzên kurda. Gel ew alt kir. Siyaseta kurdî vê altindaryê da ser neket, serketina gelê xwe siparte serokatiya partiya Akp yê ya hukumdar, ku ew gorî wîjdana xwe pirsgirêkê çareser bike.

Diroka kurdan a dewrana dayî kivş kirin ku tu pirtikî rehm, rastî û wîjdana dagerkiran nîne.

Bazar li pişt  perdên heftqat, dizî gelê kurd tê meşandin. Heta niha jî kes nizane bazara AKP yê û „kurda“ ser çiye, dawî wê çawa bibe, çi encam lê derên.

Pêra jî bêbawerî di vê aştiya rojevê da heye. Bêbawerîke aşkere. Ne kurd dewleta tirk bawer dikin, ne jî tirk ji kurdan. Hukumata Erdogan mijar kiriye weke tiştekî wek têderxistinokê û daye ber civakê.

Dewletê sipêktatileke wusa çê kiriye ku giva bazar navbera wê û Kurda da dimeşe, pêvajoke pir dijwar e, lê bi rastiya xwe bazareke yekaliye, Ak partî dixwaze nijarperestiya tirka razîke, bêje wan ku hûn çi bixwazin wê weke we bibe û Kurda jî bi hinek tiştên sivik bixapîne…

Bi texmîna min jê ra li hev tê.

Dema şerê çekdarî dest pê kir kurdan ra  her maf dihate xwestin, ji mafên biçûk bigire heta serxwebûnê.

Kurdistan wêran kirin, niha tu tişt nayê xwestin…  

Niha çi bûye, bûye, çawa kilamê da tê gotin: ” Roja çûyî paşda naynî”. Ji pey ewqasî ra hema mafê  perwerda zimanê dayîkê bê dest anîn.

Qence, ku dawî şerê çekdarî hatiye û rêya gişka ji bo têkoşîna siyasiyê vebûye. Dimîne gel berçavikên xiyalî yê berê ji ber çavê xwe hildin û xwe bide aliyê wan hêzan, yên ji bo kara wan têkoşînê didin.

Yekîtî û hêzeke kurdan xweyî gotin jî li meydanê nîne ku dewletê mecbûrke… Ku kurdara bikeve heq û hesaba.    

Eger vê bazarê da kurd mafê perwerda zimanê dayikê dest neynin û Kurdistanê da zimanê kurdî nebe zimanê perwerdê, zimanê bazirganiyê, yê dewletê wusane ev hemû qurbanî çûne xêra bavê kurdan…

Gerekê têkoşînê  nû va dest pê bikin.

Raste, çawa hûn dibêjin,  xwastina mafê perwerdeya zimanê dayîkê îro di rojevê de ye (li bakur), lê bi rastî ne rojava dewletê, ya kurda daye. Eger kurd vê mecalê ji destê xwe berdin vekirina hinek kûrsan, zanîngehan da hinek parên kurdnasiyê û tiştên wusaye sivik va razîbin wusane pirsa kurdî çareser nebûye û hin Kurd, hin jî dewletê pêşîrojê da li ber pirsgirêkên mezin bisekinin.

Ev pirsgirêk gotî  bingeha xwe va bê çareserkirin. Perwerde gerekê bi dewletî, bi mecalê dewletê, ew mecalê li ser dibistan û perwerda  zimanê tirkî tê xerckirin ûsa jî li ser dibistanên zarokên kurdan, li ser zimanê kurdî bêne xerckirin.

Ev pirsgirêk çiqas zû bê çareserkirin ewqas kara dewlet û miletê tirk jî tê da heye.

 

 -Gelo ev maf li Rûsya ya kevn de çawa dihat bikaranîn?

 

Çiqas jî niha derheqa welatê Sovyetê da xirab dinivîsinin jî ez bawer nakim  cihanê da welatekî usa ku mafê perwerda zimanê dayikê ji bo gelên wî weletî ewqas bi dêmokiratî bên çareserkirin.  Li Sovyeta berê da hema roja demezirandinê da bingeha vê pirsgrêkê usa xurt hate danîn, ku neheqî nikaribû tu gelî bibuya.

Weletê Sovyetê da 15 komarê netewî, bi deha sazîmanên otonom û netewî hebûn. Her yekê da mafê ziman di sîstêma perwerdê da wek ya gelê mezin û hukumdar bû. Zimanê dayikê,  ji baxçê zaroka, dibistanê girtî heta zankoyê yê perwerdê bû. Edebiyet, medeniyet, hunermendî, weşan, Tv, radiyo, tîyatiro, bazirganî, hukumdarî gişk bi zimanê dayikê bû.

Em bên li ser me-kurdê Ermenistanê. Dema Ermenistanê da qeydê Sovyetê hate demezirandin,  hîn nû dawîya qir, bir, zulm û zora salên 1915-1920 î hatibû. Ermenistana îroyîn da weke 9-10 hezar kurd hebûn. Payê pirê ji Serhedê reviyabûn û hatibûn, bê cî û sitar, koçer û nîvkoçer bûn.  

Sala 1921 ê, 23 ê meha nîsanê wezereta Ermenistanê ya ronkayê biryar da, (li ser hîmê biryara merkezî ya Welatê Sovyetê) ku hemû  dibistanên komarê da perwerde û ders bi zimanê dê bêne derbaskirin. Usan gund û qiclên kurda da jî gerekê ders bi zimanê kurdî  bihatana dayîn. Gerekê nexwendîtî bihata hildan. Lê ne elfeba kurdî hebû, ne kadroyên netewî, ne avayê dibistana. Civak paşdamayî, nexwendî,  halê aborêyî  da pir xirab bû. Ji sed kurdî ancax yekî xwendin-nivîsar zanibû. Ji bo helkirina pirsgirêkê dewlet gelekî opêratîv kete nav hewildanan. Berê ewilîn gerekê pirsa çêkirina elfeba Kurdî çareser bibiya. Pirsgirêk rehet nebû. Di demeke gelekî kin da çareseriya wê hate dîtin. Li ser hîmê girafîka herfê ermenî elfebaya kurdî hat hazirkirin.  Heta dawiya wê salê pirtûka dersa bi sernivîsa ŞEMS hate weşandin. Bi wê elfebê dest bi hazirkirina dersdaran kirin. Dersdarên ewilîn hîmlî ermenî bûn, yên di nav civakên kurda da mezin bûbûn û kurmancî zanibûn. Sala 1921 ê li Ermenistanê gundên kurdan da 5 dibistanên despêkê hatin vekirin, hesabê şagirta 267 bû. Sala hînbûnê ya 1925/1926 a hesabê dibistanan gihîşte 10 a, yê şagirta 520 î. Sala 1927 a êdî 13 dibistanên kurdî dixebitîn.

Sala 1922 a li bajarê Tilbîsê jî (Gurcistan) dibistana kurdî ya şevê hate vekirin.  

Elfeba Şems, ji bo danîna bingeha perwerdê û xwendina bi zimanê kurdî roleke hêja lîst. Ew ji bo hazirkirina kadroyan pêwîst bû, vekirina dibistanan, rehetkirina xwendinê seva pêşîrojê bû hîm.

Lê karên piraktîk nîşan dan, ku elfeba li ser girafîka tîpên ermenî nikaribû têra hemû qanûn, reng û dengên zimanê kurdî bike. Paşê jî kurd bi tenê li Ermenistanê nebûn, civakên kurdan komarê din  jî dijîtin, pêwîstî bi elfebayeke usa hebû ku him bi gor qanûn û xwestekên giramêra zimanê kurdî bin û him ji bo temamiya Kurdên welatê Sovêtê û gelê kurdî pirmîliyon kêr bê.

Ji pey gelek biryar û hewildanên dewletê ra biryar hate girtin elfeba kurdî li ser hîmê girafîka latînî bê demezirandin. Dawiya sala 1928 a Elfeba kurdî ya bi girafîka latînî bi hazirkirina Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo êdî li ser texte bû.

Meha adarê, sala 1929 a kolêgiya wezereta RSS Ermenistanê ya ronkayê biryara pilana karanîna Elfeba kurdî ya nû da. Wê biryarê da usa ji çareserkirna gelek pirsên ferze din hatibûn pêşda kişandin, weke wextekî kin da bi wê elfebê weşana pirtûkên dersa, kûrsên hazirkirina dersdaran, rêk-pêkirina karên dibistanan, di aqara komarên Pişkavkazê gazîkirina Konfêranseke zanistî. Hate sipartin rojhilatzanê mezin Î. A. Orbêlî ku ew giramêra zimanê Kurdî hazirke û biweşîne .

Sala 1930 î êdî dibistanên kurdî yên Ermenistanê gişka da xwendin-perwerdekirin, wusa jî komarê da weşana pirtûkan bi elfeba nû bû. Wê salê li Yêrêvanê dest bi weşena rojnema  „RIYA TEZE“ jî bû.

Ji bo dibistanên kurdî hazirkirina dersdaran, hukumata Ermenistanê biryar da destpêka sala 1931ê li Yêrêvanê xwendinxana kurdî ya Pêdagogiyê ya Pişkavkazê veke. Xwendinxanê, ne ku tenê ji bo dibistanên kurdî yê Ermenistanê, lê wusa ji bo komarên Pişkavkazê û komara Tûrkmênistanê jî gerekê dersdar hazirkirina. Xwendevan jî ji wan dera dihatin. Sala xwendinê ya ewlin xwendinxanê da 60, ya duda 105, lê ya sisya hesavê xwendevanan gihîşte 110 a. Ji wan pênc jin bûn.   

Sala 1932 a li Ermenistanê hesavê dibistanên kurdî gihîşte 35 a, di wan da 2051 şagirt perwerde dibûn. Wan dibistanan da xwendin bitevayî  bi zimanê kurdî bû.

Hukumata komara Ermenistanê ya Sovyetê mecalên berfireh saz kir ji bo weşana pirtûkên dersan, yê edebî, têknîkî, bîolojî, siyasî, dirokî. Pirtûkên dersan gişk bi zimanê kurdî bûn. Heta sala 1933 a 59 nav kitêb bi tîraja 91 hezar hebî hatin weşandin. Bi xemxuriya  dewletê salbisal hesabê dibistanan, şagirtan, weşana pirtûkan zêde dibû, rewşenbîriya kurdî pêş da dihat. Di rêya edebiyat û zanyariyê da nivîskar û zanyarên kurd gavên ewilin diavitin. Sala 1932 a li rex Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê beşa nivîskarên Kurd vebû. Guhdarî dihate danîn li ser pirsa jinan, bilindkirina dereca wan ya xwendin, sosyal -kûltûriyê. Bi biryara hukumata Ermenistanê sala 1936 a  komek keçên kurd kûrs xilas kirin ku li baxçê zarokan, kitêbxane û kilûbên gundên kurdan da bixebitin. Sala 1937 ji bo hazirkirina dersdarên kurd yên jin Yêrêvanê da kûrsên dusale hatin vekirin. Li wan da 30 keçên kurd dixwendin .

Jiyana kurdên Sovêtê da bûyereke dîrokî  bû konfêransa Kurdzanî ya hemsovyetiyê. Konfêrans sala 1934 a, 8-14 tîrmehê (îyûlê) li Yêrêvanê hate derbasbûn. Ji Azerbaycanê, Gurcistanê, Ermenistanê, Tûrkmênistanê, Lênîngiradê, Moskivayê 90 nûnerên kurdzaniyê tevî xebatê konfêransê bibûn.

Sala 1938 pirsa guhestina  Elfeba kurdî ya latînî bi ya rûsî (kirîlî) pêş da hate kişandin.

Sala 1946 a kitêba ELÎFBA nû, ya Heciyê Cindî, bi tîpên kirîlî ji bo dibistanên gundê kurdan hate weşandin. 

Heta hilweşîna welatê Sovyetê dibistanê gundên kurdan da ev elfeba hatiye karanîn.

Ev e dîroka karê perweda zimanê dayîkê di nava me  Kurdên Sovyetê. Em jî di nav bera netewên Sovyetê da niqitkek bûn.

Min çima ev dîrok bîr anî?

Hinek dibêjin wê çawa Kurdistanê da perweda zimanê kurdî pêk bê, dema hê dersdar, pirtûk, matêryalê perwerdê nehatibe hazirkirin…

Eger xwestek hebe wê dersdarî jî hebin, pirtûk jî hebin, her tiştê jî hebin… Kurd ne yê 70-80 sal berêne. Bi hezara ji bo wî karî hazirin.

Li ciyê vala, xerîbiyê da Kurdê Sovyetê çandeke wa delal afirandîn, çima kurdistanê da nikarin? 

  

-Li gor rewşa kurdî ya iroyîn de ev maf dikare çi bide kurdan an jî ewê kurd çi sûdê jê bigrin?

Niha li Kurdistana bakûr û dervayî welêt hêzeke rewşenbîriye xurt pêjda hatiye ( nivîskar, rojnemevan, zimanzan, kurdzan, hunermend, sîyasetmedar, oldarên welatparêz û w.d.). Weşenxanê çê bûne, pirtûk, malper, kovar û rojneme têne weşendin, TV, radiyo, tîyatro, komele hene… lê evan gişk bi fedekariya rewşenbîrya kurd… Payê  rewşenbîrên kurdan yên pirê, ku bi zimanê dê kar dikin di halê aborîyê  xirab danin. Ji bo karê wan, berhemê wan, çiqas jî serketî bin bazar nîne. Bi qedexekirin û bêrûmetkirina zimanê kurdî bazara rewşenbîriya kurdî hatiye zevtkirin, bazara xwendevanên kurd bi tirkî dimeşe. Mecalên dewletê di nava kurdan da li ser pêş da birina ziman û çanda tirkî tên xerckirin. Gelo karin rewşa nivîskarekî kurdî serketî ya aborî himberî rewşa nivîskarekî tirkî orte bikin?

Pêkanîna perwerda bi zimanê dayîkê wê demeke kin da vê neheqiyê çareser bike. Gelê bi mecalê xwe pêş da çûyîna edebiyat, çand û medeniyeta xwe xweyî derkeve. Bi mîlyona evdan ra ciyê xebatê vebin. Kurdistan bi kurdewarî şênbe.


-Ger kurdî nebê zimanê fermî, tenê bi vî mafê dikare çiqas were parastin û pêşxistin?

Dema mirov gotin û biryara dewleta Tirk dinhêrin bi rastî jî gotina pêşiya dikeve bîra mirov: “Ji vî  ewrî baran nayê”. Ji rojeva vê dewletê û rewşa siyasî va tê texmînkirin  ku dewleta Tirk xêncî xapandin, sozê vala û derbaskirina demê naxwaze tu gavî bavêje, nijarperestya dijî kurdîtiyê welêt da hela hê hişke… Hukumdariya dewletê di pirsa kurdî da raya cihanê jî dixapîne. Dimîne kurd çara serê xwe bi derfet û mecalên xwe bibînin û bi merem- zanebûn tev bigerin,  rê zimanê xwe ra rastkin.

Her evdekî kurd ra zelal e, ku undakirina zimên undakirina nav û nasnamê, undakirina kurdeyetiyê ye, undakirina pêşîrojê ye. Çawa dewlet biryarên xwe da hişk û berk e, gerekê kurd jî xweyîderketina zimanê xwe da hişk bin û tu gavê paş da nevêjin. Yên ku qedir nadin zimanê mirov gotî mirov jî qedir nedin zimanê wan. Tevî têkoşîna siyasî ji bo destanîna mafê perwerdeya zimanê dayîkê gerekê wusa jî Kurdistanê da tekoşîn bê dayîn dijî tirkaxivên navxweyî. Gerekê erf-edet, şîn û şayî, oldarî û tiştên din bi kurdî bêne kirin…

Gotî li malbeta xwe, gund û bajarê xwe, li nava qewm û pismam, dost û hevalên xwe têkoşînê bide ji bo parastina zimanê dayikê, zarokên xwera bi zimanê xwe biaxivin.Kurdistanê da axaftina kurdî gerekê bibe çavlêkirin, mode. Gerekê xîreta miletiyê hebe.Evî barî gerekê rewşenbîr hildin li ser milê xwe.

Siyasetmedar jî gerekê sîyasiya xwe, civîn û mîtîngên xwe bi kurdî derbaskin, gele xwe ra bi kurdî biaxivin.Malper, rojneme U kovarê xwe têkin kurdî. Bi tirkî zimanê kurdî parastin xapandin û derewe.

Weşenxanên kurdan gerekê guh bidin li ser weşana edebiyeta zarokan, weşana wergerên nivîskar û zanyarên cihanê yê mezin.

Di aliyê parastina zimanê kurdî da berpirsiyariya mezin dikeve ser Kurdistana Başûr û rewşenbîriya kurdên Ewropayê. Vekirina akadêmiya zimanzanî û zimanparastinê yê mezin, dikare li her perçê Kurdistanê da vî karî bimeşîne.

Gelek dibe li ser van gotin û pêşniyarê min bikenin. Çi bêjim, gerekê xîreta miletiyê hebe.

Spas ji bo we dem û derfet da me.

J. Alpîranî

Eskerê Boyik
Di sala 1941 de li Ermenistanê ji dayîk bûye…

Pirtûkên wî

-Şiverê (Helbest)
-Kulîlkê Çiya (Helbest)
-Çîrokên Oda me (Kurteçîrok)
-Kulîlkê Birîndar (Helbest)
-Bahoz (Roman)
-Xezeba Xwede (Roman)
-Govenda Herfan (Helbest, ji bo zarokan)
-Ezdiyatî,Mîrzikê Zaza, Fermanên reş (Lêkolîn)
-Ez kilameke melûlm (Helbest)
-Canda Kurdên Sovêtê (Edebyetzanî, lêkolîn)

Destpêk Hevpeyvîn Hevpeyvîn bi Eskerê Boyik re