Hevpeyvîn bi Beghyanî Shadî Sharîn re

Bi dîtîna te îro astengiyên herî mezin yên ku li pêś kurdî ne, ći ne?

Bêguman di nav dîrokê da diźminên milletê kurd her u her rola xwa ya dîrokî lîstine, yanî derbeyên xedar li zmanê kurdî xistine.

Di vê lêdanê da ti tiśtekî sosret tun e, ew rola xwa ya siruśtî dilîzin.

Loma źî ti mafê me kurdan tun e ku źiber van derbeyên girtî li ber xwa bikevin. Ti cîddiyeta vê yekê źî tun e.

Źi meriv ra dibêźin, «Heger kor u ehmeq nîn î, tu źî derbeyan li wan bixe!».

Digel hemî hêlên xerabe źî hîro texnîk di nav źiyana me ya roźane da buye heebe-nebeyek.

Heger kurd di dawa zmanê kurdî da cîddî bibin, ti kes nikare rê li ber geśbuna zmanê kurdî bigire.

Hîro li ser Mars’ê źî meriv dikare bi rehetî hiynî kurdî bibe.

Lê di destpêkê da divêt kurd normên ku tirk, ereb u farsan di mêźiyên kurdan da źibo zman u kulturên xwa hafirandine, heta noxteya dawiyê źî redd bikin.

Helbet kurd vê yekê nakin.
Naxwazin bikin źî.

Źiber ku kurd hindî hîro zmanên qetîlên xwa di mêźiyên xwa da wekî aletên esasî bi kar tînin.

Pê bune zebunî.

Loma źî tedaviya kurdan ya psîxoloźîk zerurî ye.
Kurdên hindî her tiśtê xwa bi zmanê diźminên xwa li ser zmanên diźminên xwa ava kirine.

Źiber ku di nav kurdan da xurur u kîbara mîllî heta bin sifirê daketiye.
Tabî sebeba vê yekê ya herî mezin siyaseta bi zmanê diźminan e. Siyaseta ku bi zmanê diźminan dibêźe «zman unîversel in, zman bê suc in, ...», e.

Hindî kurd tam ligorî normên dagirkeran difikirin, bêguman di nav van norman da źî ciyê zmanê kurdî u kultura milletê kurd tun e. 

Yanî hîro astengiya herî mezin ya li pêś zmanê kurdî «kurd bi xwa ne», ne kesekî din e. Kompleksên kurdan yên śexsî u mîllî ne. Cehaletiya kurdan ya bê sînor e.

 

Mafê perwerdeya zmanê dayikê îro di roźevê da ye, li gorî we ev maf ći ye, źibo kê ye û  divêt ćawan were fahm kirin?

Ev perwerdeya bi zmanê kurdî divêt ti carî źibo kurdan ne mesele ’be.

Zmanê her însanî aîdiyeteke siruśtî ye u ćênabe ku meriv li ser vê yekê bazarê bike.

Źixwa xeteya kurdan ya herî mezin li ser vê yekê bazarî kirine.

Diźminê me dikare li ser oksîźena ku em digirin u didin, li ser ava ku em vedixwin, li ser ćav u guhên me źî bazarê bike.

Lê di vê meselê da divêt meriv bi sekina xwa, bi gotina xwa, bi fikira xwa, bi kirina xwa pirr zelal tevbigerre.
Hindek tiśt hee ne ku meriv ti carî rê nade ku bibe miźara mineqeśeyan.

Źiber ku heebuna kurdan, fikirîna kurdan, tevgerrîna kurdan bi temamî li ser esasên menfeetên tirk, ereb u farsan hatiye ava kirin, hêdî em kurd her tiśtê ku bi me kurdan va girêdayî ye, xerîb dibînin, źi xwa nahesibînin, van xususiyetên ku me dikin kurd, me îfade dikin, qet nayînin bîra xwa źî.

Ćênabe ku kurd xwa ligorî qanunên diźminên xwa sîstematîze bikin, ligorî qanunên wan tevbigerrin. Źixwa ev hemî qanun źî li ser înkara kurdan, tunekirina kurdan hatine damezirandin.

Źixwa hemî qanunên heeyî źibo parastina menfeetên wan u tunekirina menfeetên zmanê kurdî u kultura kurdan hatine ćêkirin.

Di nav halekî hilo bê pîvan da aletên ku tirk, ereb u farsan sembolîze dikin, heebuna wan pesend dikin, hêć nabe ku kurd di nav xwa da bi kar b’înin.

Kurd tenê u tenê bi aletên ku kurdan wekî millet îfade dikin, dikarin bibin kurd u xwa di nav siruśtê da îddîa bikin.

Yanî zman u kultura kurdan yekane elementên heebuna me kurdan in, ne filan u bêvan îdeoloźî, zman u kultur. Bîlakîs bi wan filan u bêvan îdeoloźî, zman u kulturan em roź bi roź zman u kultura me ya ku di nav hezaran salan ra derbaz buye u heta hîro hatiye, dikuźin.

Yanî di eslê xwa da «mafê zmanê perwerdeyê» źibo kurdan fikireke absurd e.

Ti milletekî normal li ser beredayiyeke hilo zirzop guftugoyan nake. Źiber ku perwerde di źiyana her milletî da aîdî źiyana însanî ye, wekî vexwarina avê, wekî xwarina nên.

Heta ku kurdan di nav xwa da zmanê xwa nekirine serdest u li benda hevriyên qetîlên xwa mane, meriv hew dikare guhartinên di menfeetên zmanê kurdî u kultura kurd da bike.

 

Li gorî rewśa kurdiya îro ev maf dikare ći bide kurdan yan źî  ewê kurd ći sudê źê bigirin?

Źixwa azadiya takekesî u mîllî bi destxistina mafên takekesî u mîllî va girêdayî ye.

Bi destxistina her mafekî mîllî yê kurdan, kurdan gaveke din nêzîkî azadiya giśtî dike.

Loma źî źibo kurdan bi destxistina her mafî gaveke berbi mafên giśtî ye u divêt ew mafê rewa yê girtî di ber mafên din ra were bi kar hanîn.

Helbet divêt kurd xwa ti carî ligorî qalibên diźminan xwa sîstematîze nekin, ligorî menfeetên wan tevnegerrin.

Tabî li vir meseleya esasî kurd bi xwa ne. Dibe ku mafên kurdan qet neyên qebul kirin źî. Dibe ku ev mesele sed salên din źî wext bigire.

Loma źî, wekî her milletekî din, divêt kurd bi lez u bez elementên ku kurdbunê pêktînin di nav her ferdê kurd da, di nav her mala kurd da, di nav hemî dezgeh u partiyên kurdan da desthilatdar bikin. Ango di nav hemî hucreyên kurdan da serdestkirina zman u kultura kurdan heebe-nebeyek e.

Di vî warî da ćênabe ku kurd bi tolerans tevbigerrin, rê bidin zman u kultura diźminên xwa yên ku roź bi roź elementên heebuna me yên bi hezaran salan tune dikin.

Bêguman ku kurdan ev bi xwa nekir, hingê ewê kesên din werin zman u kultura xwa di nav kurdan da bikin serdest, źixwa ya ku di nav kurdan da heta hîro hatiye kirin źî ev bi xwa ye.

Heger kurdî nebe zmanê fermî, tenê bi vî mafî ćiqas dikare were parastin û pêśxistin?

Źi berî her tiśtî divêt kurd zmanê xwa di nav xwa da bikin zmanê resmî u li benda merhemeta diźminên xwa nemînin.

Źixwa herkes ligorî sînorên zmanê xwa u menfeetên xwa yên mîllî difikire.

Zmanê ku ćarenusa xwa bi birryarên diźminên xwa va girê daye u girê dide, ne pêkan e ku demeke drêź li ser piyan bisekine.

Parastin u pêśxistina zmanê kurdî bi semîmiyet u cîddiyeta kurdan va girêdayî ye.

Ev aleteke biyoloźîk e, źi frekwensên mîllî yên bi hezaran salan pêktê.

Di nav van hemî frekwensan da bîr u baweriya mîllî, kultura bi hezaran salan, hêś u śayiyên bi sedan nifśan hee ne.

 

Źibo ku we dem û derfet da me spas u mala we ava ’be.

Ez źî spas dikim, digel rêz u hurmetên giramgir.

Beghyanî Shadî Sharîn źi bakurê Kurdistan’ê, źi herêma Erzingan’ê ye. Bi eslê xwa źi malbatake źi eśîreta «Śadî»yan e.

Bi salên dur u drêź in ku li Swîsre’yê diźî.

Li ba zanîngeha Bern’ê beśa «fîloloźiya îndo-îranî» u li ba zanîngeha Zürich’ê źî beśa «Ruberîhevkirina Zmanên Îndo-Ewrupî» xwandiye, ango zmanê avestî, medî, vedî, sanskrîtî, pehlevî, khotansakî, partî, farsiya kevin, hetîtî, yonaniya kevin, latînî.

Têza xwa bi zmanê elmenî li ser zmanê medî nivîsiye, «Die Sprache der Meder» [= «Zmanê Medan»:
- http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/1RGZ3XDKEM.pdf
- http://recall.archive.org/details/Beyhani.sh..dieSpracheDerMeder.2004

Destpêk Hevpeyvîn Hevpeyvîn bi Beghyanî Shadî Sharîn re