Mezopotamya

Di hembêza Firat û di paşila Dîclê de
Axek hêşîn bû seraser
Bi berrî û deşt, kortik û pehnav
Bi çiyayên bilind û geliyên kûr
Xakek bi kûrahî zayok
Erdek li berayî bi xêrûber

Xweza bi şîranî li vê der
Dergûşa pitika şarsaniyetê
Hejand bi evînî, bi nazdarî
Gel tê de afirîn, gel tê de rabûn
Gel ku mora xwe li sînga
Zanîn û şarsaniyeta mirovî xistin
Le hê jî kes nizane ka gelo
Bi ku ve çûn
An ji ku hatin.