Meyildarî

Li devê newalê bilbilek
Li ser saxeke gulê berdestî sibê
Stra û stra û stra

Gul çi kir, nizanim...
Lê ji gundê me
Ne kes pê hesiya
Û ne jî kes
Li cendekê wî geriya

Bi "selatun xeyrun el-mînen newm"
Ya banga melê gund
Hacî Miheme, sofî Smaîl û xalê Mîrzo
Hêdî hêdî rabûn li êlamê çûn.
Ji xwe kes tune bû ku wan bigire di nav nivînam
Him kalemêr û hin jê jî bî bûn.

Em gist rakirin ji xewa sîrîn,
Ji nav nivînên me yen germ
Û ji pasilên
Stiyên me yên "Rabîayên Bedewî"
Kereke kertik-qetayî, li bêdera jêrîn
Bi zîtik û zirîn.

Meyla her yekî bi awakî
Kula her kesî cihê:
Guhê hinan li melê
Yê hinan?!...
Axleb, yê hinan li kerê.

Lê, bilbil?!
Kî hay jê.