Pîrik

Ditirsim
Rojek were ku
Roj di malzaroka ezman de xwe ji bîr bike
Û ez te nebînim

Her şev
Ezman bûkeke zikliberdev e
Xwe didim benda wê bukê
Guliyên qîzan vediçirînim li ser birûyên wê
Nod û neh qêrînên wê bi navê te hiltînim
Lingên wê tên ber wê
Navika wê bi helbestan jê dikim
Rûyê bixwîn dişom
Û xeberê didim dîkê gundê me
Ji bo bang bide

Mala Xwedê ava
Ezman ji hev xelas bû
Wê îro jî çavên me bi hev bikeve