Anadolî

Min dergûş dayiye Nuh,
Hêlikan û dolîdang dayiye,  
Hewa ya diya te zoroka tê hesibandin, 
Anadolî me ez, 
Ma tu nas dikî?   

Fedî dikim, 
Fedî dikim ji xizanîyê, 
Li himber xelk û elemê, tezî û rût… 
Dicemedin şitlên min, 
Bêdera min mîrat… 
Li cîhana  
Biratî, xebatkarî, 
Bi hevrabûn û 
Gulên atomê te da qat bi qat dibişkivî , 
Li cîhana helbestvanan, zanyaran da 
Mame bi sere xwe, 
Bi serê xwe û dûr. 
Ma tu dizanî?  

Bi hezaran salan hatime dotin, 
Di berbangên sibê da xewên min ên nazenin, 
Bi sûwarên xwe ên jakaw perçe kirin. 
Hikumdaran, êrîşkaran, rêbiran, 
Xerac(van) şandin ser min. 
Min ne goh daye Îskender, 
Ne Şah, ne Siltan 
Koçbûn û çûn, bê sî! 
Min  silavdayîye dostên xwe
Û berxwedaye… 
Ma tu dibînî?   

Te carek bizanîbûya çawa hez dikim 
Ji Koroxli, 
Ji Qereyilan, 
Û ji Leşkerê Nenas… 
Dûra ji Pîr Siltan û ji Bedrettîn. 
Dûra çendîn evîn 
Ên ku pênûs nanivisîne… 
Te carek bizanîbûya, 
Wan çawa ji min hez dikir. 
Te carek bizanîbûya,
Ên ku di Rihaye da gulle berdidan,
Di minaran da, di berbestîyan da, 
Di ser bistîyen darên serwî da, 
Çawa ji mirinê ra dikenîyan. 
Min pir dixwast te bizanîbûya, 
Ma tu dibîhizî?  

Wisa dest ber xwe da ber nedî 
Wisa xemgîn, wisa reben… 
Tu li ku dibî bibî, 
Li hundir, li der, li waneyê, li rûniştekê, 
Herî ser, 
Tû ye,  rûye celad, 
Kêmfirsend, fesad û  xayîna bikî… 
Berxwe bidî bi pirtûka, 
Bi dirana , bi neynûka, 
Bi hêvîyê, bi evînê,  
Bi xewna. 
Berxwe bidî û min risva nekî. 

Bibînî, çawa nû va têm afirandin, 
Bi destên te yên cîwan û bi namûs. 
Keçên min, 
Lawên min heye di rojên pêş da, 
Her yek  perçeyek cîhanê ye
Kû jê naye gerandin. 
Nûgula hesreta min a çend hezar salî, 
Ji çavên te, 
Ji çavên te radimîsim. 
Hêvîyek min jî, ji te ye, 
Ma tu fehm dikî? 

Wergerandin: J ALPÎRANÎ